mela marfî kokeyî naw bangî ḧacî îlxanî...
mela marfî kokeyî nawbangî «ḧacî îlxanî» bîstibû, ta ew wexte neydîbû. heł’estê eçê bo lay daway şitêkî lê bika bo ew zistaney mał û mindałekey. ke eřwa be řêkewt ḧacî îlxanî çûbuwe derewe bo řaw, cilî řawî lebera ebê û be taqe sware tûşî mela marf ebê. melaş bargîre kerêkî hebû, swar bibû, lêy epirsê: ha mela oẍir bê? ełê: be xwa ewî řastî bê îmsał mindałekanim hîçyan nîye, eçim bo lay ḧacî îlxanî bizanim şitêkim nadatê bo ew zistaneman.
ḧacî îlxanî ezanê ke mela naynasê ełê: temay çenit pêye ke bitdatê? ełê: sed timenêk, înca beşim eka. ełê: eger witî zore? ełê: penca timen. ełê: eger eweşî be lawe zor bû? ełê: bîst û pênc timen. ełê: eger her witî zore? ełê: de timen. ełê: eger dîsan eweşî be lawe zor bû? ełê:«çwar pelî bargîrekem ekem be kuzî daykya û egeřêmewe, çî lê ekem». ḧacî îlxanî pêy pê’ekenê û ełê biřo xwat legeł. ta mela be bargîre şelewe egate awayî û eçête dîwexan, ḧacî îlxanî xoy û swarekan egeřêtewe le dîwexan da’enîşê. mela eka be jûra. mela çawîşî kiz bû, ḧacîş cilî řawî dakendibû, mela neynasîyewe.
le paş çakî û çonî lêy epirsî: ha mela! xêre wa teşrîfit hênawe? ełê: wełła ḧacî beg îmsał zor perêşanîn, xêzanêkî zorim bo negbetî be řîşewe buwe, ne nan heye û ne berg. hatûmete xizmet çarêkman bikey bo em zistane. ḧacî îlxanî ełê: mela çende beşt eka? ełê qurban sed timen înca beşman eka. ełê: mela zore. ełê: ba penca timen bê. ełê: eweş her zore. ełê: bîst û pênc timen. ełê: fiłanî her zore. ełê: be xuda le de timen kemtirim nawê. ḧacî îlxanî pê’ekenê. mela înca tê’ega çi base, eme ḧacî îlxanî xoy buwe tûşî buwe. ełê: «qurban! eger de timenekem nedeytê bargîrekem le derewe bestirawe». ḧacî îlxanî be tewawî leber pêkenîn şipirze ebê.
înca bangî pyawekey eka ełê: «kuře biço sed timen û penca timen û bîst û pênc timen û de timen bide be mela ba bargîrekey le şwênî xoy bê».