kabrayekî kurd hebû be mindałanî exwênd...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  680 views

kabrayekî kurd hebû be mindałanî exwênd, kuřêkî seydî la hebû cwankele û jîkełe bû, hemû car lay dest xoyewe day ena û dersî pê ewt, ke lê ebûnewe têr û piř maçî ekird û gelê xizmetî tirîşî ekird. kabrayekî dirawsêy hebû, agay lem karesate hebû. řojêk pêy wit: erê ewe to boç ewende maçî ew mindałe ekeytewe û hełî’egłofî? ewîş witî: seyde û miḧemedîşî nawe, minîş musłimanim le ber xoşewîstî pêẍemberekeman pêwîste leserim xoşim bwê û xizmetî bikem!

maweyekî pêçû, řojêk kabra mindałêkî tirî çaw pêkewt mêzerêkî sewzî be serewe bû, bełam serî keçeł û lûtî çiłmin û çawî kut û kwêrî û heta biłêyt naşîrîn bû. pelî girt û hênay bo lay mamostake û pêy witî: emeş seyd û hetîwe, dîsan miḧemedîşî nawe, pêy bixiwêne û xizmetî ke. mamostaş seyrêkî mindałeke û seyrêkî kabray kird û witî: bira boç her min musułmanim? xo toyş musłimanî. min her xizmetî yekêkim pê ekirê, toyş biço xizmetî ewe bike!