kabrayekî kurd wazî le germyan û kwêstan...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 3 minutes  620 views

kabrayekî kurd wazî le germyan û kwêstan kirdin hêna û witî: bo xom cût û ga ekem, yek dû sał kirdî şitêkî way dest nekewt. sałêkyan witî: îmsał legeł xwada ebim be şerîk. bew nyazewe destî daye, werdî biřî û boy çand, genim destî hêna be xoya û zor başî hênabû, kabra hemû car legeł hawmałekanya eçûn bo seyrî deẍił û hawmał pêyan ewt: maşełła deẍełeket xasî hawridge. ewîş eyut: bo çî gemeye? min legeł xwada bûm we şerîk!

genim hate wextî dirwêne, dirwêney kird û xerman sûr bû, hate ser beş kirdin. řûy kirde xwa û witî: ey to heqî sepanî û werzêrî û binetow nadey? ebê bîdey! hênay hořêkî bo xoy cya kirdewe û hořêk bo sepan û binetowî gwastewe bo małewe. hî xwaş lew deşte mayewe. şewî be sera hat, witî: wa çake ta xwa nehatuwe beşekey xoy bigwêzêtewe biçim lêy bidzim!

hesta çû be bêdeng gayekî daye pêş xoy û çû bo genim, le řêgeda gake ne’eřoyşit, emîş çû be espayî serî naye binagwêy gawe çipanî be gwêçkeyewe: dewît bawik! min alîkit edemê û keçî le xwa etirsî boye řê nakey? xo êsta desim be seryage eger řojim lê buwewe towî ḧecêkit pê ekem. be her cor bû geyandîye ser genim û her bew şewe genmî gwastewe, beyanî çuwe ser şwên xermaneke û weku kesê neyzanîbê řûy kirde xwa û witî: ha bira xêra genmeket bem şewe gwastewe, wat ezanî eger şewêk bimênêtewe lêt edzim.

ew sałe beser çû sałî dwayî dîsan řûy kirde xwa û witî: ba îmsałîş bûynewe we şerîk! hênay werdî biřî û towî çand û genim destî hêna be xoya, qefî kird û danî girt û pêgeyşit û dûryewe, kutayî û sûr bû, xerman gelê le hî par zortir bû, êware wextêk bû witî: ba îmşewîş biřwa, ca beyanî beşî ekeyn.

beşêkî şew řoyşit û neřoyşit, hewre çiłkinêkî hênaw kirdî be baran, baranêkî zor qurs û lêzme, kabra oqrey lê biřa, her bew şewe çû bo ser xermaneke, seyrî kird denkî nemawe hemûy lafaw birdûyetî! kitupiř lew wexteda biruskeyekî hawêşt, kabra serî berz kirdewe bo asman bo lay xwa witî: çiray çî heł’ekey, meger gûy tya mage? gû we řîş bawik ew kese legeł twa ewê we şerîk!