řeza beg řojêk le dîwexan legeł hendê ke...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  676 views

řeza beg řojêk le dîwexan legeł hendê kesa danîştibûn xeberyan hêna wityan «eḧey nasir» xwa kuřêkî dawetê, bełam no mangî tewaw nekirduwe le dayk buwe. řeza beg witî: bexwa mindałê ke be ḧew mangî bibê ewe nabekamî pê ełên û hîçî lê peyda nabê. pyawêk lewlawe witî: qorban wa mefermû, min bîstûme ew core mindałane hemû pałewan û pyawî gewre ebin, tenanet naplyon û miḧemed fatiḧ, ełên herdûkyan be ḧewt mangî hatûnete dunyawe. îtir řeza beg gurc witî: sa be xwa be serî em meclîse be gořî bawkim bîstûme ke xom û bawkim herdûkman be ḧewt mangî le dayk bûyn!