kabrayekî kurd jinêkî hêna leber ewe ke...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  1106 views

kabrayekî kurd jinêkî hêna leber ewe ke ḧîz bû ’eşretekey pêyan tełaq da, le dway beynê jinêkî tirî hêna dîsan herwa. dwayî geřa, geřa le małe gewre karekerêkî hêna, zorî pê neçû le qerax çem şwanêkyan be serewe girt, le awayîda bû be hera. meḧmûd paşa mêrdekey bang kird û witî: keran bawik ga eme çîye yekêkit hêna ḧîz bû, dût hêna ḧîz bû, sêt hêna ḧîz bû çîye boç waye? kabra zor diłgiran bû witî: paşa bêjim çî? lem tal’e řeşey min heme, wew qur’aney to xwêndigte keyxisrew begî kuřit bew hemû řeşadet û pyawetîyewe bwê we jinî min ḧîz ewê, tal’im xirawe! bêjim çî....