kabrayek çuwe lay melayek pêy wit: qurban...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  873 views

kabrayek çuwe lay melayek pêy wit: qurban jinekem legełim xirape pyawî çak be, bełkû tozê amojgarî bikey û kirdewey legełim çak bibê. mela hesta çuwe małyan û jiney bang kird û pêy wit: xuşkim! şer’ efermiwê jin ebê lejêr fermanî mêrdî xoya bê, to nabê çawit lewe bê ke em mêrdet çawî kize û keçełe, destî kurte û bełeke, qaçî elerzê û bonî demî dê, zimanî naxoşe û paşî be coşe, destinwêj řanagrê û daym ser xoşe, le qise kirdina kef eçeřênê, le wextî nûstina dem eteqênê! kabra, ke emaney bîst witî: hełsite, hełsite, biřo xwa bitgirê bo xot û amojgarît, ew şitaney ke to bem jiney minit wit ew gelêkyanî ne’ezanî.