pîremêrd gêřayewe witî:¶ḧacî ewła gocey...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  849 views

pîremêrd gêřayewe witî:

ḧacî ewła gocey dirawsêman bebê zyad û kem bîst û ḧew jinî hênabû, lem dwayyeda jinêkî teřpîrî ’eyarî hebû, jineke mêrdî zortir dîbû! şewêk jine da’enê ełê: tu xwa were ba, be řast ḧisabî qismetî xoman bikeyn. tûrekeyek gwêz da’enê, le pêşa xoy ełê: heweł jinim wêłederî bû, cwê bûynewe, witî: le wêłeder şayî û hełperkê bû, le tenîşt bêwejnêkî nazkołewe bûm, destêkî nerim û şil û lařanêkî xiř û xołî bû, hemû car destimî lê heł’exlîska paş hełpeřkê řastewřast xwazbênîm lê kird û řêk kewtîn, her ew deme birdime lay mela ḧemey mam ’ezîz û emînî gułendamim bird bo şahîdî, marem kird û legeł xom hênamewe, gwêzêk le hemaneke ke dênête derê û day enê û ełê min eme yek.

afretîş ełê: min esiłim «çemekî» ye, kiç bûm çûyn bo mazû çinîn, kuřêkî dirawsêman bû ’ewlî naw bû ḧezî lê kirdibûm, řojê le kej hatînewe geyştîne kwêre şîwêk, pena bû, min witim: mandûm lêre tozê eḧesêmewe to biřo. têfkirîm. hat lam danîşt û witî: çonit becê dêłim. sa şeytan her dûkmanî tefre da û qewma. îtir her lewêwe neçûynewe awayî pêkewe çûyn xoman kutaye małî şêx ’elî mizgewte, lewê lêkyan mare kirdîn, min kareker û ewîş xizmetkar, ewîş gwêzêkî le hemaneke derhêna û leber dem xoya day na, witî: minîş eme yek!

lew yek û le min yek, min bîst û ḧewt jiney xomim tewaw kird, ew geyandîye sî û yek! naçar ḧacî ełê: afret to lêre danîşe min çwar gwêz qerzarî tom, wa min eçim egeřêm ta çwar jinî tir dênim înca tay terazûy jimarey gwêzman wek yek ewestê!