giriftarim be nazî çawekanî mestî fettanit

From the Book:
Dîwanî Mestûre
By:
Mastoureh Ardalan (1804-1848)
 1 minutes  4403 views
giriftarim be nazî çawekanî mestî fettanit
birîndarim be tîrî sînesûzî nêşî mujganit
be tałî perçemî egrîcekanit ẍaretit kirdim
diłêkim bû ewîşt xiste naw çahî zenexdanit
be qurban, ’aşiqan emřo hemû hatûne pabost
minîş hatim, bifermû bimkujin, bimken be qurbanit
teşekkur wacîbe bo min eger bimirim be zexmî to
be şertê kifnekem bidrûy be tay zułfî perêşanit
le kuştin gerdinit aza dekem xot bêyte ser qebirim
ke řojî cum’e bimnêjî le lay ne’şî şehîdanit
kesê to kuştibêtit řojî meḧşer zeḧmetî naden
eger wek min le em dunyaye sûtabê le hîcranit
hemîşe sujdegahim xakî ber derganekey toye
řeqîb řûřeş bê nahêłê biga destim be damanit
diłim meşkêne çunkû mexzenî derd û xemî toye
fiday şerit û wefat bim çî beser hat meylî caranit
eto emřo le mułkî diłberîda nadrey dehrî
be řesmî bendegî mestûrePen name wa hatote dîwanit