kabrayek le sine hebû mewlûy naw bû...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  1141 views

kabrayek le sine hebû «mewlû»y naw bû, kabrayekî qise qut û gałteçî bû, mał kawle ewende zil û nakolokarîş bû etut tawêre! keçî kuřêkî hebû ewende biçûk bû herwext ke le gełya eřoyşit etut hêlkeye be şwênyewe! lêyan epirsî: melû eme kuřî xote? eyut: min nazanim daykî ezanê!