le şeřî 1336y hîcrî - ke şeřî řûs...
From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
1 minutes
1458 views
le şeřî 1336y hîcrî - ke şeřî řûs û turk kira - çend kesê le ’ulema bo ewey xełk binêrin bo şeř çubûn bo naw ’eşîretî «menguř û mameş». le dîwexanî ḧemaẍay mameş, ře’îsî ’eşîretekan wekû hemzaẍay menguř û ḧememîn aẍay biłbas û hî tirîş ko ebnewe. yekê le melakan we’zyan bo exwênê ełê: eme ẍezaye û pêwîste le ser musułman bîka. her kes biçê eger bikujrê şehîde, payey şehadet zor gewreye, xo eger neşkujrê ebê be ẍazî, payey ẍazîş dîsan zor gewreye. ke mela lê ebêtewe kwêxayekî biłbas heł’estê û ełê:? mamosta eger xwa arezû bika herçî řûs heye natwanê be se’atêk byankujê? mela ełê: bełê etwanê, kwêxa ełê: înca xwa ke xoy pêy ekirê bo çî xoy hemûyan nakujê û boç fîtneke be ême egêřê?!