dû henarî newřesin, heryek beyek gułnarewe

From the Book:
Dîwanî Edeb
By:
Abdulla Bey of Misbah Diwan (1859-1916)
 2 minutes  1055 views
dû henarî newřesin, heryek beyek gułnarewe
ya dû narincî řesîden lew beharî parewe!
dû şemamen dem terek, herdû le yek bustanewe!
yane cûtê gułbedem sêwin, berî yek darewe!
dû pyałey zeřnîşanin, ser bedû gijnîjewe!
ya dû ḧuqqey gewherin, bendin bedû bizmarewe!
nar û narinc û şemame, çende xoş dêne nezer
her le yek şax û le yek bax û le yek gułzarewe
ne henarin, ne şemamen, ne behên, ne sêwî kał
cûtê memkî ateşî řengin, beber diłdarewe
ey xuda, çende řewanbexiş û letîf û diłberin
ew dû nare newřese, bew serûy xoşřeftarewe
ḧałî zarî min leḧesret ew dû narane, dełêy
gîngiłî mare, beser kanûnî pişkoy narewe
diłbera! řeḧmê bike, axir heta key bendeket
řoj û şew, bê řûyî to; bew ah û nałe û zarewe
ger le tałîy şerbetî hîcirit depirsî; bew seret
xozge dexwazim hemû carê: bejehrî marewe
ey edebPen name, êsta le hîcran, nałe bê weche le lam
her debû ewweł neçûbaytaye jêr em barewe