sitayşî pêẍember

From the Book:
Dîwanî Esîrî
By:
Asiri (1895-1962)
 3 minutes  1696 views
ger bizanî tercemey ḧałî muḧemmed mistefa
menşe’î kwê bû çilon perwerde bû dîtî cefa
ser eweş kirdey wehabû xarq el’ade weha
eşihd balilةArabic dełê pêẍembere bê şik miḧemmed mistefa
**
nîştimanî mekke bû mekkeş le ’alem munzewî
destî te’mîrî nedabû dewłetî ’alem bewî
dûr le ’îlim û sen’et û şaranî gewranî zewî
medrese û mekteb nebû yek yek hebû nûser lewî
teb’î xełkî mil hûřu tundu nezan serřewî
ger bizanî tercemey ḧałî muḧemmed mistefa
menşe’î kwê bû çilon perwerde bû dîtî cefa
**
xoy ledayk bû le mekke lay medîne babî mird
bû bedû sałe keçî bapîrî, babî babî mird
qidirة alilhArabic herke şeş sałey tewawkird dakî mird
destîşî zor zor tenk bû herke xoy nasî çe kird
bab û dakî zor feqîrbûn mał û mîratî nebird
ger bizanî tercemey ḧałî muḧemmed mistefa
menşe’î kwê bû çilon perwerde bû dîtî cefa
**
şîrexore çû bedayen dayenî ladêyî bû
řûteł û bê xanman û bê nwên û saye bû
sêberî hewrê le bo eḧmed, lewanîş saye bû
herke pêy girt geştî bo seḧraw seyrî sawe bû
perwerş wabû le ’eqła kes bewî hawta nebû
ger bizanî tercemey ḧał muḧemmed mistefa
menşe’î kwê bû çilon perwerde bû dîtî cefa
**
qafłey xatû xedîcey birde şam û hatewe
diçuwe eşkewtî ḧeřa řojê şepirze hatewe
pirsî lêy xatû xedîce têk çûy bo? çîte wa?
singyan şeqkirdim û şityan û lêkyan nayewe
sûreyî aqir’eArabic melayk pêmî wit xonrayewe
sit xedîce û xałî wityan: to risul alilةArabicy ewe
ger bizanî tercemey ḧałî muḧemmed mistefa
menşe’î kwê bû çilon perwerde bû dîtî cefa
**
bû bepêẍember le çil sałe le mekke zanra
de’wetî dînî mubînî kird û bangî lê dira
taku de sał de’wetî xêłî qureyşî lê kira
kełkî çendanî nebû ew serwere ezyet kira
bo medîne hîcretî fermû lewê gîrsa çira
ger bizanî tercemey ḧałî muḧemmed mistefa
menşe’î kwê bû çilon perwerde bû dîtî cefa
**
gişt cezîrey girt besêzde sał beḧrênîş legeł
xełkekey heykel perist bûn gawir û cû zor çepeł
giştî kirde mؤmin balilةArabic, nema lat û hubel
mîlletî way pê geyan teslîmyan bû çend duwel
qeyseru kîsra nema ’înwanyan bû bemesel
ger bizanî tercemey ḧałî muḧemmed mistefa
menşe’î kwê bû çilon perwerde bû dîtî cefa
**
bo ’emel qur’anî hêna giftî yezdane ewe
taku nefxî sûr ebê, destûrî însane ewe
ḧerbî êstayş mewzî’î tertîb û pîlanî ewe
’ehd û peymanî qureyş ’eqłî ḧeyranî ewe
ger medenîyet hebê asarî însanî ewe
ger bizanî tercemey ḧałî muḧemmed mistefa
menşe’î kwê bû çilon perwerde bû dîtî cefa
**
xwêndewarî hîç nebû tewratî xwêndibêtewe
yanexo încîlî ’îsay dîbê lêy wirdibêtewe
zend û awîstay mecûs dersî nedî bû xo lewe
her destûrî ehrîmen xo nebû basî ewe
eşihd balilhArabic řesulî xwaye xwa kirdî ewe
ger bizanî tercemey ḧałî muḧemmed mistefa
menşe’î kwê bû çilon perwerde bû dîtî cefa