mexmûrî şerab

From the Book:
Qeɫay Řaz
By:
Zhila Hosseyni (1964-1996)
 1 minutes  1095 views
ya řeb be umêdî keremit ẍerqî ewînim
xembar û birîndare diłim zar û xemînim
meşkêne diłî ’aşiqî zarit be serî xot
wek awêneye let letî key her to ebînim
 
mexmûrî şerabî nîgehit piř le miradim
ḧeyranî ẍemî hîcrî etom naçî le yadim
mewlûdî ewînit le diłî piř le kułî min
dermane, şefaye, bizeye, boye ke şadim