sałî duwe sergeşteye dił bo řuxî leyla

From the Book:
Dîwanî Edîb
By:
Edib (1874-1932)
 2 minutes  748 views
sałî duwe sergeşteye dił bo řuxî leyla
ḧesretkeş û pejmurde, serasîme û şeyda
dêwanesfet, talbî şehdî lebî zîba
lew beldyeyî teyîbeda tûre be me’na
amadeye bot, ma’îdeyî neḧْnu qesemْنەاArabic
řê zeḧmete, bê meş’ele, bo ẍemzedeyî yar
kes řahî necatî nîye lew lucceyî xunxiwar
ta bot nedřê, feyzî ecel, perdeyî pundar
perwaneyî em ḧałete, peřsuxteyî nar
serbeste hezaran erenî go, wekû mûsa
tezkyew û bo kałbude ey zahîd û dîndar
bê fa’îdeye, peyřewî û suḧbetî eẍyar
canim be fîday qehqeheyî ’arfî huşyar
sûtawe lebo camî mey û řutbeyî meyxiwar
’îrfan ke nebê, ḧusnî çîye neqşî heyûla?!
řuḧmê ke be meḧbûsî naçarîyî hařût
babê berê seylî keřemit, ḧałetî nasût
bo lutif û ’eta kat, pyałêkî be mařût
řûy yosfî lew mîsre, bese bo kesî bê qût
pyawêke wekû şêrî, kesî talbî mewla
ey monsî dił, ẍunçeyî guł, saqî mehasa
ew perde welabêxe, demê bême temaşa
teskînî diłim bî, be ceza eḧْseneke alilhArabic
lew mujde serim ḧazre bo mewqi’î azḧîArabic
wa kirdimê qurbanî, be enfasî mesîḧa
mezlûm û ze’îf û beşerî bê ser û saman
me’lûme ke ẍerqî gunehim, wale û ḧeyran
herçende ke me’îwbe tenim, nabî be qurban
daxił nebî bem wadîye wek mûsîy ’îmřan
bê terkî ’esayî beden, ئەەûْleyٰ leke ئەەûْleyٰArabic
’eksî řuxî toy dîwe le sefḧey gułî ḧemřa
şorîde û sewda besere, bulbulî goya
ez ḧîkmetî ḧeq mezhere bo wamîqî ’ezra
coyayî to:pîr û werî’ , ’aqił û buřna
naw tekye, we ya sum’e we ya deyr û kilîsa
sakît be edîbî ’ebesa ’aciz û ẍemgîn
bednawî lenêw ’amî, şeqî, muflîsî bê dîn
layatî tesewuf mede dem, cê demî to nîn
ew ḧałete sînêkî dewê safîy û bê kîn
dermane le bo qełbî seqîm, ayetî kubřa