heştêk le miştêk
êsta ke em xetane denûsim, temenim le şêst û sê sałî şemsîye û nizîk bûmewe le şêst û çwar; ke be sałî mangî le şêst û pênc sałîdam û berew şêst û şeş pel bûm. lew berzayî ’umrewe deřwanme şêst û ewende piley xwarewe, le pîrîyan fikirim ałozawe; zor kemim le bîr mawe. herwek çawim bê ḧukim buwe û be ’eynek nebê nabînim, çawî bîr û mêşkîşim kiz bûn û ’eynekyan dest nakewê. lêm řûne le hezar şit ke beserim hatuwe, setim le bîr nemawe. wa mistêk le nimûney xełwarêk, yan wek kurd dełên «heştêk le miştêk» degêřmewe:
zemanî mindałîm dam û destûr le gundî mukiryan wa bû: řojî cejin hemû pyawî keyxuday mał debwaye dway xutbey cêjin û nwêjî cêjin, têr dem û fiłçî yektir maç ken û siławetî be şî’rî kurdî lê den. emcar be řîz danîşin û le małe xoyanewe nanyan bo bênin û danîşin pêkewe nanî cêjne bixon. dewłemend û ḧałxoşekan piławî birinc û qeysî, yan goştawyan bo dehat. hî wa hebû feqîr bû, piławî biřwêş, yan zor şêwî feqîraneyan hebû. ew hemû core xwardinane le tenîşt yek dadenran û hemû pêkewe le nanî hemuwanyan dexward.