şûłî ser koş û petî felaqe û...

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  1182 views

mamosta le lay serûy qutabxane, yan biłêm dûkełdanekewe dadenîşt. dû şûłî dêjî le ser koş bû. çawî degêřa kê le ême çawî be ser sîpareda çiř nekirduwe, be bê ewe hestê, şûłêkî tê desrewand û cwênêkî ḧewałe dekird. darêkî kewanî, petêkî tê xirabû le pişt seryewe be girêy kołekeyekewe hełwasrabû, nawî «felaqe» bû. her mindałêk haruhacî bikirdaye, petî felaqey le laqî badedra û yekêk le ême deygirt û qaçî gunahbarî berz dekirdewe; mamosta be şûłî teř werdegeřa berî pay û hawar û zîřey lê hełdestand. mindałêk mîzî hatba, debû qamk berz katewe û biłê deçme serawê. heqî derçûnîş bo mîz kirdin debwaye berî destî pan řaxa û mamosta şûłêkî le berî destî bida, ewsa biçête der. zor zû ’adetman be êşî şûł girt û řojê dû-sê car daway çûne serawman dekird; ke hîç nebê tawêk le xwêndin xo bidzînewe.

her ke mamosta be fermanî xatwaman debû biçête bazař û kelupel bikřê, serman le ser sêpare la debird û her ke xatwaman çembûłêkî berewpiştî mamosta ḧewale dekird, demanzanî wiçanî xwêndine; demankirde çeqe û hera. gałtey herexoşman mêş girtin bû. xwa neybiřê çindî xwa ḧez ka mêş hebû. nexafił mêşêkman deqoztewe, yan belekman hełdemałî û tifman dekird û dawe benêkman le ser gwêzîng be her dû dest řadegirt. mêş le cî tif denîşt, hêdî-hêdî benekeman berew jûr dexzand û laqî mêş be tełewe debû; demangirt. pûşkeyekî barîkî ḧesîrman deknigî deçeqand û berełaman dekird û kêberkêman be mêşî kilk ḧesîr dekird û detrîqaynewe. ta mamosta dehatewe, be sedan lew mûşeke mêşane le jûreke sûřyan dexward. zor car dar û felaqe leser ew mûşek fiřandine wekar dekewt.