min û şî’ir

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 11 minutes  2400 views

mirxî şî’ir şitêkî xudadadî û teb’î mewzûn degeł mindał dête ser dinya. zor kes layan waye şa’îrî be mîrat le bawkewe bo minał deçê, em qise zorî řê tê deçê. herçonêk bêt, mindałê ke lewaneye bibête şa’îr, şî’rî xełk řast dexwênêtewe, ferqî leng û lor deka, bełam le mabeynî honer û şa’îrda ferq û cyawazî heye. kesê ke hełbeste dełê û leng û lorî têda nîye honere, bełam wişey şa’ir le wişey şi’ûrewe hatuwe, wata hest. hemû hestêkî barîk û piř le manay nask, ba mewzûnîş nebê, detwanê nawî şî’rî lê binrê. kewabû wişey «hestyar» bo şa’îr piř be pêste û wişey honer bo «nazim» řaste.

goranîbêjî xowêjî nexwêndewar honerin, ke le honîneweda lebarin. ca mindałêkî detwanê ferqî şî’rî leng û naleng bika, detwanê ḧewl bida û bibê be şa’îr. bełam debê zorî şî’rî şa’îranî corawcor lebîr bê û zorî mitałay kitêbî hemû core û agadarî tewawî le xełkî dinyay dewruberî xoy hebê û be kurtî wek mêşengiwîn wabê, şîre le gułan hełmijê û le paş deskarî kirdinêkî westayane be şikłî hengiwên hêqî bikatewe. řenge netwanim leser ew base biřom, çunke meseleyekî zor girînge û zor le pyaw ’aqłan qiseyan lê kirduwe. ba basî xom bikem baştire:

babim teb’î mewzûn bû, deytiwanî şî’ir biłê, bełam zorî řiq le şa’îrî hełdesta û lay wa bû herkes le kurdewarîda debête şa’îr, xwa nan û doy debřê û be swałkerî dejî û be swałkerî demrê. mîsalîşî be ḧerîq û mela marfî kokî dehênawe ke ew dwaney le nizîkewe nasîbûn. ḧerîq ke mirduwe nanî şewî nebuwe. mela marfîş heta mird swałnamey bo here pyawî xwêřîş denûsî û îwa hebû parey de nanî bo nedenard. ke dełêm babim teb’î şî’rî hebû, carubare take beytî denûsî. carêkîş feqê nameyan be şî’ir lê nûsîbû ke hêndêk qend û çayan bo binêrê û babim her le ser wezin û qafyey şî’rekanî ewan cwabî dabûnewe:

’ezîzim şî’ir û beytî to gutûte
hemûy swał û zelîlî û hat û hûte
şitêkî zyade qend û ça, birale
ne poşake, ne pêławe, ne qûte
le batî swałî espabî zyadî
were terkî ke, mayey abřûte
ewa nardim dezanim terkî nakey
ke xûy bed dujmine û daym le dûte

řenge şî’rî çak nebin, bełam zor lewezin û qafyeda řêk û pêkin û eger ḧewlî daba deytiwanî şa’îr bê. mamêkî daykîşim ke nawî «seyd ḧeme se’îdî nûranî» û yekêk le nizîkanî şêxî burhan û melayekî benawbang buwe, şî’rî zorin û zorîş şî’rî çakî hen; betaybetî qesîdeyekî kurdî heye ke lete beytî seretakey (pergemay qelbim, be řiştey mîhrî mewla řû nira) ye. zor be teřdestî pesnidî şêxî xoy le naw çwarçêwey sin’atî kełaş çinînda cê kirdotewe. bew beyte dwayî dênê û dełê:

ba ḧewałey paşî munkêr bê serî nûkî kełaş

çunke ’ef ’ef wa ledewrî padşahî dîn deka

ca eger teb’î mewzûn le bawkewe yan le binemałey daykewe be minał biga, yan her kese be tenya beşî xoy wergirê, min her zor be mindałî teb’im mewzûn bû. zor zû hestim dekird fiłan şî’ir lenge û fiłane řast û bêzedeye.

taze kwêre sîwatêkim hebû, babim dîwanêkî turkî pê dexwêndimewe. şa’îreke «mîr’elî şîrî newayî» buwe. men û tirkî? xway to dezanê wek keř le dawetdabê wa bû. qet yek kelîmeşim mana nedezanî. carcar le xwêndineweda girêm dekird, řadewestam. deygut bo nayxiwênyewe? demgut wabzanim tewaw nîye. tûře debû: «hetîw to tirkî nazanî, çuzanî natewawî û tewawî şî’reke çîye?!»;bełam ke xoy timaşay dekird deygut: «bełê lenge, fiłan kelîmey lê derçuwe. mełê natewawe, biłê lenge!».

her zor be mindałî le tirsî şeřeşî’ir newek bidořênim, zor zorim şî’ir leber kirdibû, wam lêhatbû kem kes bořî dedam. tenanet carêk le gundêk wîstyan bo şeřeşî’ir be gij kuře melayekim daken. wek girêwe esp her kese le ser hełbijardey xoy debřî. sofî ’elî nawêk gutî: eger kuřî melay dê birdyewe, meřêk dedem, eger em kuřeş birdyewe meřêkim denê: zor zû sofî ’elî meřêkî birdewe...

şewêkîş degeł çend feqêda çûyne gundêk be nawî (xurinc). aẍa řûy xoş nebû, deyewîst cwabman ka. bo behane gutî:

- eger be şeřeşî’ir kuřî min boř den řatan degirim û zor bexêr hatin.

herçend min lewanî tir mindałtir bûm, sîngim derpeřand û gutim:

- min amadem be şî’rî farsî, yan her be şî’rî ’erebî, yan her be şî’rî kurdî şeřeşî’rî degeł bikem, ba boxoy hełbijêrê!

qisey xoman bê dirom dekird, şî’rî ’erebîm her leber nebû. bełam hetîwî aẍa zor tirsa, wek dełên be petîş neydekird, fisî xward.

nazanim gelanî tir çonin, bełam her beçke kurdêkî dû pît û letêkî xwênd, tûşî giranetay şa’îrbûn debê û lay waye eger şî’ir nełê hîç kare nîye. detwanîn biłêyn ew kurdaney ke dersyan xwênduwe, sedî newedî xirîkî şî’ir dananin. minîş her zor zû tûşî ew nexoşîye bûm. milim nabû le şî’ir, yan baştir waye biłêm «mî’ir» honînewe. bařoke bûm û lasay qazim dekirdewe. qełem û defter bêne û řeşî kewe nawî şî’rî lê binê. bełam şî’ir çi şî’ir? yaxwa be nisîbî dujminanit bê! neşmidewêra nîşanî kesî bidem newek bimkene gałtecařî xoyan. beřastî qisey qoř û binşiř bûn û xom pêm wabû zor başin, bełam xoşim cyawazîm le nêwan dadenan, hêndîkyanim pê şakar û hełbijardetir bû. babim bîstibûyewe ke xerîkî şî’irim, ca were cwênim bo dabarê û be swêndî dirowe řeş bibmewe ke min gunahî wam nekirduwe.

carêkyan be şî’ir cwabî namey aẍayekim nûsîbû. cige lewe ke kabra zorî tarîf kird û aferîmî lê kirdim, boxoşim le xoşyan detgut fiřîm. pêm wabû hîç mirîşkêk hêlkey wa dû zerdêney nekirduwe!

řojêk le sabłaẍ leser tatekanî mizgewtî şaderwêş le lay mela marfî kokî danîştibûm û daway şî’rî tazeym dekird ke leberî kem. çunke hemû şî’rekanîm leber bû. wek dabî ’erebî pêşû min bibûme řawyey mela marf. be mînge û serxurandinewe gutim:

- mamosta! min şî’rêkim gutuwe; botî dexwênmewe. tikaye leber xatrî min mefermû başe. eger pêt baş nebû, pêm biłê.

pêkenî, gutî: şî’rîş, ew sin’ate řezîle xatir û matrî dewê?! dey bizanim!

şî’re here başekem ke cwabnameke bû bo xwêndewe. ke lê bûmewe gutî:

- řołem, eme mî’rîş nebû, zor mindałaneye, her êsta bîdřêne û xotî lê namo ke.

şî’irim diřand û fiřêm da. paş tawêk gutî: řastî biłê hemûy hî xot bûn ya le xełkîşt dizîbû? gutim: hemûy hî xom bûn.

gutî: eger řast bikey, dû beytyan şa’îrane û řêk û pêk bûn. eger wek ewane biłêy, be humêdim řojêk wek xom le birsan bimrî!

ca eger xanim awa bê, debê qerewaş çon segêk bin? ewe şakarekeme debê bîdřênim, gûkaryekanim çon?! bê sê û dû kirdin defterekanî dîwane cwanekem agir têberdan û xom le şî’ir û şa’îrî tere kird û bibřay bibřay awřim weser nedayewe.

ew řojgarey le wiştepe feqê bûm, řojêk kake řeḧmanî ḧacî bayzaẍa hate ḧucre. tercî’ bendêkî le şî’rî kurdî û kurdayetî xwêndewe ke zorim le la xoş hat. zorim ḧewl da ke bîłê û bînûsmewe, gutî xawenyan ke xałemîne swêndî dawim wa nekem wedest kes kewê. ke lew nahumêd bûm, boxom kewtime garegar û tercî’ bendêkim dirust kird. ke ewîş her le lay xom mayewe û bo kesim nexwêndewe, çunke lam wa bû řûy meclîsanî nîye. axrî ewîşim le naw bird.

lebîrme lew zemaneda ke şî’irim degut, řojêk degeł feqêyek be řêda deřoyştîn. feqê demî le şî’ir werdeda û her basî şî’rî baş û şa’îranî nawbederewey dekird, minîş firsetim hêna û ẍezełêkim le şî’rî xom bo xwêndewe. gutî: be xwa şî’rî çake, ewe hî kêye?

gutim: şî’rî mistefa begî kurdîye.

gutî: hey hezaran aferîm! tuxwa ewcarîşî bixiwênewe.

dîsan zorî la xoş hat. gutim: sa wełłe şî’rî xome.

gutî: dadey emcarîşî bixiwênewe.

emcar ke xwêndimewe, tifûyekî kird û gutî: mirdût mirê, eme şî’re? eme qisey qoře!

bełam le dwayîda ke bibûme endamî komełî «jê-kaf» û dîtim komełe be awateweye şa’îrî hebin û hêndêk şî’rî pesnidikirawyanim dît û lam wabû minîş herçonêk bêt detwanim wek ewane bihonmewe, le xoşewîstî komełe, bamdayewe ser şî’ir gutin û bûmewe be şa’îrî naçarî û lew sawe naznarî şa’îrîm be serda sepa.

bere berî zistan bû, çûbûme şar û serim le kobûnewey biraderanî ḧîzbî da. têgeyştim ke kak hêmin hêndêk sirûd û şî’rî bo nûsîwin. çend şî’rêkî şa’îranî ’êraqîşyan peyda kirdibû. gutyan zorman nyaz be şa’îr heye ke le întişaratî xomanda berhemyan şandeyn û zor girînge. min hîç dengim nekird. ke hatmewe dê, bîrî xom hełkûşî û twanîm qesîdey «’eqił û bext» dirûs kem, bełam zor diłkirmê bûm ke axo be kar dêt yan na? şewêk ke le bokan degeřamewe û mîwanî kake řeḧmanî ḧacî bayzaẍay aẍay şêxler bûm, seyd kamîlîş lewê mîwan bû. basî şî’ir û şa’îranî kurd damezra. gutim: «biraderêkim şî’rêkî danawe, swêndî dawim ke nawî nebem û nusxey be kes nedem, bełam hêndêkim lebere, baweřîş nakem be kar bêt». hêndêkim le ’eqił û bext xwêndewe. sibeynê kałe û pîtawim hełpêça û maławayîm kird. kake řeḧman degełim hate der, dû esp û swarêk le dirga bûn. gutî: «swarî esp be, em pyawe degełta dê, gutûme ta nusxey ew şî’raney pêda nenêrî neyetewe. deşzanim to taqetî mîwanî wat nîye ke çend mang be xêwî key!» herçî ḧewlim da řizgar nebû. naçar hatmewe nusxem nûsîyewe û nardim. bełam nezanîm kirdibû, le cwabî kake řeḧmanda nûsîbûm:

be kurdî pêt dełêm lêm megre îrad
dyarî şwane wêłe ałekoke

bew take beyte têgeyştibû ke ew şî’rane î xomin. şî’rekanî leber kirdibûn, carêk bo qazî miḧemmedî xwêndibowe; bełam neygutbû hî kên. qazî gutbûy bimdeye řojî cum’e leser mînber bo xełkî dexwênmewe; neydabûye. demew behar ke çûmewe şar û serim le ḧîzb hełêna, timaşam kird wa şî’rekanî minyan le tayp dawe û biławî dekenewe. katê gutim şî’rî mine û ewa nusxem bo hênnan. gutyan desa debê zorman şî’ir bo binûsî, bełam çunke be nawî nenasrawî «hejar» nûsrabûn, zor kes be î xałemînyan dezanî û zor direng têgeyştin ke ew agay lê nebuwe.

bo jimare dûy govarî «nîştiman» demeteqeyekim dana û nîşanî zebîḧîm da ke çone çapî bikeyn. werîgirt û fiřêy da, gutî: «ewe her zor ’eybe û şî’ir nîye û řêy nakewê le govarda bê!». bo kake řeḧmanim xwêndewe, be zebîḧî gut: min ew demeteqem be lawe zor başe. zebîḧî gutî: «beřastî şitî çake û çapî dekeyn!».