şanim weber kar da û demim le kasbî şîrîn bû

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 3 minutes  1065 views

bewpeřî nahumêdîyewe çûm le wiştepe kitêb û sîpałekem hênayewe û morim be dirgay xwêndin û feqêyetîyewe na. ey xuda çibkem? ta emřo ne zanîwme kasbî çîye, ne le cût û ga serim derdeçê, dû biray piçûk û xuşkêk û daykêkim be serda kewtotewe. bab ke mirduwe sêsed timen qirizdare û patałî doman tenya mangayekî sîldare, bo gałte nawî nirawe «şimqar». eger bizanîn ke de mirîşk be timenêk û pênc gîsk be timenêk bû, dezanî sêsed timen çend zor bû. bełam zorî pê neçû ke destim le nahumêdî berda û şanim weber kar da. mencełe zincîrdarekey bo piławî ḧewtimim kiřdirabû, lew sawe nixûn kirabowe, dam be çwar bizneza û be karîlewe. gîsk û biznim dekřî û dembirde bazařî(xurge) û (qebakendî). maweyek çodarîm kird. xom weha şarezay kasbî ladê kird ke kone pyawan pirsyan pê dekirdim kwê be çî biçênîn. kem kem debûjamewe; bełam dîsan jyan zor feqîrane řadebra û şukirî xwaman dekird. şewane ta direng zistanan le mizgewt corabênman dekird. çiraşman fitîle bû. hemîşe ke destim bo naw kepom bibirdaye, qurmî řeşî neft bedestimewe dehat. zistanêkî seranser pêxorman nebû, be nanî wişk řamanbiward.

xwêndewarîm çend bû? le sayey leber kirdinî qesîde ’arbyekan, çend wişeyekî ’arebîm dezanî, bełam minîş wek hemû melay wiłatî xoman ne qise kirdin, ne xwêndinewey kitêbî ’erebî taze û ne hîç. le şer’îşda tepetepêkim le (fitiḧ alqirîb) û (minhac) dekird û nawyan nabûm «melawřeḧman». le farsîda xirap nebûm, gułistan û bustan û yusif û ziłêxay camî û tarîxî nadirim be ders xwêndibû, demtiwanî name be farsî binûsmewe û bixiwênmewe. ke nizîkey de dwazde sał jyanim be gellayî řabrabû; xom bo fêrbûn mandû nekirdibû, taze peşîman bibûmewe. destim kird be mitała û xwêndinewe û xwêndin le lay xom. şewane çiray newtim le pêş xom dadena û kitêbim dexwêndewe. kitêbî çon? teř û wişk, bêtam û betam, her le emîr erselanî řomyewe ta şîrûye û sîmîn ’uzar û feleknaz û teřemaş û teřesazewe ta degate xemsey nîzamî û mesnewî û ḧafiz û şaname û şitî tir... zor şewan wa be xwêndinewe xafławim ke řwanîwme wa taw hełatuwe û çirakem daysê. le akamî ew şêlgîryem, be bê ewe be xom bizanim, bibume farsîzanêkî minasb.

hêndêk be qerz û hêndêk be neẍd cûte gayekim be sî timen kiřî. degeł kabrayek bûyne şerîk ke nîwekarim bê. tûtin û bêstanîşman kird, kabra ke gyay dirû, gêşey xoy lêda, gutin min tûtin û bêstanim nawê, çarî naçar xom lê gîv kird û be nezanî xerîkî tûtnewanî bûm. tûtnim bin koł dekird û awim da, payz tûtnim birde şar, bayî çil û pênc timen bû. parey gakan û heqî kutałî poştekirdinewey mindałanî lê derçû.