pêşekî

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  2214 views

zor demêke zor lewaney ke bûne nasyawim, hełyan pêçawim ke serguriştey jyanî xom binûsmewe û bizanin çim be ser hatuwe!

min wek dełên: «çwêleke xot çî û şorbawit çî?!» demzanî jyanêkî zor qoř û tuřřehatim řabwarduwe û řûy meclîsî yaranî nîye; hemîşe xom lê bwarduwe. bełam kewtime fikir ke bełkû gêřanewey ew řabirduwe piř le hewraz û lêj û gewe û kendał û qûłke û carubareş deştayye, hîç nebê bo kuřekem -(xanî) - ke beřwałet le çwar kuřan her ewm mawe û arezûme temenî dirêj bê û deşzanim eger zor bijî, dekewête naw gongeł û teşqełey dinyawe - řenge bê behre nebê. lew germ û sard û xoşî û naxoşyaney be ser min hatuwe, dersêk wergirê û tecrebey bo peyda bê; yan hîç nebê le tenganeda nahumêd nebê û lay wa nebê řêgey řizgar bûn be yekcarî pêşî gîrawe. le xoşî û asûdeyî jyanîşîda zor xatircem û meẍlûr nebê; wa nezanê xoşî hemîşe yaryetî û becêy nahêłê. herwek naxoşî û xem le gořan nizîke, xoşî û şadîş hemîşe berdewam nîye. xoy amade ka ke eger lêy qewma, çon mil bidate ber kar û koşiş û ḧewlî řizgarî le xem û derd bida. eger le xoşyanîşda bû, le bîrî neçê ke řenge tûşî lêqewman bibê û xoy bo ew řoje nehatuwe amade bika. ca min řûy qisem dewîye û serguriştey xomî bo degêřmewe; herçend zorîş bê tam û perj û biławîş bê, lewaneye le hêndêk şwênda tecrebey lê hełkiřênê. xo eger dost û nasyawîş weyxiwênin, ba hîç nebê bew qise qořane pê bikenin.