keşkołî cadûyî

From the Book:
Pêkenînî Geda
By:
Hasan Qizilji (1914-1985)
 16 minutes  1042 views

weyse û naskoł taqaney dayk û bawkî xoyan bûn û, be nazdarî perwerde kirabûn. yare û, pîrotî bawkyan, birayetîyan xoş bû. çendîhay çend sał bû diłî yektiryan neyeşandibû, leser mał mabûnewe û be biraşî řayan debward. řan û patałyan bû. le zewî û zarî fereydûn begda deyanleweřand û bijêwî xoyan peyda dekird. her çend dewłemend nebûn, bełam sebaret bewe ke hêdî û hêmin wibêwey bûn, xełkî awayî xoşyan dewîstin.

weyse û naskoł ke cûte mindałî mał bûn, hogrî yektir bûn û le yek cyanedebûnewe.

be yekewe çûne mezra bo lay bawkyan û beyekewe mał bo lay daykyan. be yekewe le geł berxołekan dekird.

sał û mang be dway yekda têdepeřîn û weyse û naskołîş be xoda dehatin û gewre debûn.

ta gewretir debûn xoşewîstîyan pitewtir û hawłetîyan gerimtir debû. řojê le řojan yare û pîrot be yekewe danîştibûn basî ḧał û bałî xoyan dekird. yarey bawkî weyse be pîrotî gut: ême çend sałe birayetî xoman řagirtuwe û be tebayî û serudił xoşî řaman bwarduwe. êstatiş ba karêkî wa bikeyn mindałekanîşman wekû xoman bin û leyek cyanebnewe. xot dezanî le mindałîyewe be yekewe gewre bûn û zor hogrî yektirin.

pîrot gutî: yare, min hergîz nabme diřkî mem û zîn û obałî weyse û naskoł nahênme estoy xom. birale, minîş dezanim parû le dem bikewête xwarê bo koş başe. ême ke birayn dyare kiçî minîş bo kuřî to çake. be bê ewey to biłêy min xom emem her le diłda bû.

şewêk melay awayî û dû sê kes le der û dirawsêy xoyan bang kird û naskołyan le weyse marebřî. mela be çakey yarew pîrota hate xwarê û pîrozbayî ew kare çakey kird. yare be hêwaşêk destî bo lay mela dirêj kird û dû dînarî marebřane da be mamosta. mela serle نۆێ destî kirdewe be pîrozbayî û du’ay xêr û paşan hełistan û řoyştin.

weyse û naskoł îtir le dû mindałî mał û dû hawałî xoşewîstewe bûne dezgîranî yektir û şermyan dekird û wek caran be yekewe nedegeřan. bełam ta dehat ’eşq û ewîn le diłyanda zyatir tîn û tawî desand.

payz ke xurî û řon û şek û kawřyan fiřoşt, kewtine serukarî zemawendî naskoł û weyse. cige le xełkî awayî le kesukarî xoşyan gêřawe û sê řoj şayyan kird û be teqey dehoł û zořna dawetyan gêřa. kiç û koř û jin û pyawî awayî be çepî û řoynew swêskeyî û şêxanî hełdepeřên. yare destipêşkerîy xoy kird neyhêşt gizîz bête serî de dînarî sûrane bo ferîdûn beg bird û dû dînarîşî şîrînî da kwêxa û kawřêşî. pêşkeşî aẍajin kird.

dû sê sałêk beser zemawendî weyse û naskołeda řabûrd. sałêk derd kewte naw řanekeyan û berudway kuşt. çend serêkîşî ke le çing derd řizgarî bû, naçar firoştyan û dayan be nan û îtir be yekcarî pekyan kewt. debû be řenicberî û sepanîy xełk bijêwî xoyan peydaken, wek carêk gizêr hat û dengî dan bo bêgar. pîrot gutî: min deçim. yare neyhêşt û gutî: to le min pîr tirî wa biragewrey, ta min mawim nahêłim legeł minał û mezna biçê bo bêgar. weyseş řenicberî xełke, min xom deçim, yare nan û şekir û çaw qorî û pyałey xiste toşebereyekewe û kiłaşekanî kirdepêy û destî da das û kewte dway gizîr. katê geyşte naz û bêgarçîyekan û dîtî hemû herzekar û kuřukałn wikesî le temenî ewyan têda nîye, zor bezeyîy be xoyanda hat û le diłî xoyda wituwêjey ewey dekird: ke eger nehatî swarî şanyan nebwaye û hejar nekewtinaye, yan bêgaraneyan eda, ya deytiwanî weyse binêrêt. çonêk bû kewtine benden û řûyan kirde kemacarî fereydûn beg.

kema careke be hewrazêkî zor sext û kûř û telanêkî řijd û berdełanewe bû. lay xwarûşyan hełdêr û zerd û mahbû. beryan le kemakendin girt. yare kewtibuwe lay řeweze berdêkewe û cige le mandûyî û şeketî wituwêreş zorî bo dehêna û diłtengî dekird. kuřukał dengî yektiryan deda wek girewekanî deyanwîst le yektir pêşkewn. yarey hejar pîr û bêhêz bû, legełyan derne’eçû. le layekîşewe lewe detirsa ke serkarekeyan qiseyekî sûkî pi’ biłê, naçar ewîşî kewtibuwe pele û tekanî deda. çawîşî kiz û piřûş bû, baş řêy bedî nekird. le nekaw le řewze berdeke qaçî xilîska û hełdêra. katêk çûne serî bêhoş kewtibû. êware bedareterm birdyanewe małewe. yarey bedbext piştî şikabû.

çend řojêk be êş û azarewe jyaw mird. xełkî awayî û serexoşîkerî dêhatî dewruber, seryan têkirdin. «şîn û şayî destewaye». emřo lemane, sibeynêş lewan. ebê pyaw be teng xizim û hawmałewe bêt.

çek û pûşêkî bûşyan le pirseda řoyşit. emcar pîrotîş her çend weyse teqelay deda nehêłî karbika, kełkî nedegirt û bew pîrîyewe tekanî le xwî dedwa îşî dekird, ta ewîş le xem û xefetî birakey wibê xorakî û kem ḧesaneweyî, axrî nexoş kewt û çend řojêk leser cêga bû, ewendey «xêr û sedeqe» yan bo bexşîyewe, nûşte û du’ayan bo kird sûdî neda û le dinya derçû.

weyse be taqî tenya mayewe. debû erkî aẍaş bigrête estiwî û naskoł û daykî û xesûşî bexêw ka. em quřbesere her kirdey ew bû û birdey şeytan. ta nanî peyda dekird, şekir û ça nebû. ta çewrî û bereçêştî des exist, ciluberg nebû. serî lêşîwa. xoşî neydezanî çi bika.. emaneş giştî lewê bwestê. her tawnatawêkîş dengyan deda bo bêgar û herewez. weyse bo ewey le bêgar terxan bê, qed pałêkî xwayî le fereydûn beg mexte girt ke binêştî lê bikat.

řojane bew lêřewar û nizare çiřupředa geřa û darebenî dedozîyewe, leley dekirdin û koçełey tirî dekird. yekêkî wek weyse bê bijîw û damaw nebwaye kemtir deywêra řwî ٯqibqitêka. darebenekan estêwir bûn û binêştêkî zoryan derda. weyse ke dîdey koçełekan zû piř debin, herwa zor diłî xoş bibû. hîwayekî başî be berbûy karekey peyda kirdibû.

řojêk îşukařî xwî xêra tewaw kird. be arezû be lêřewarekeda degeřa, be nyazî ewe be łiku kanî awêk bidozêtewe le kunde’aw gêřan řizgarî bê. be kejekeda fire hełgeřa û tewaw le řêbaz û awedanî dûrkewtibwewe. nizar lewê zor piř û darî tenbû estûr û konesałanî fire bû. le şîwełêkda pingeł û zel û qerem dyarîda. berdaw berdu bindare û bindar boy çû ta geşte pêşewe. temaşay kird awêkî keme le serewe dête xwarê. zanî ke dûr ya nizîk kwêre kanîyek lew naweda heye. berew jûr hełkişa ta geyşte bin darbeřûyekî zor estûr û konesał ke be lik û popî xwî sêberî le mewdayekî heraw kirdibû. řabwardinêkî sałanî zor şwînan kirdibuwe diłî pîredar û kilorêkî gewrey têkewtibû. le bin darbeřuweke kanîyekî biçûkî lêbû, bełam ta biłêy awekey řûn û sard bû. lêy danîşt û nextê berî kanîyekey xawên kirdewe û dest û demuçawî şust û dûsê mistî aw xwardewe û le ḧastî xoy pałîda be berdêkewe, tozê biḧesêtewe. ke serî hełbirî temaşay kird ewa sîpałêk û hêndê kelupel le beramberyewe le naw kilorî darekeda dyare. gutî: řenge ewaneş hînî çareřeşêkî wek min bin, wa çake çaweřwanî bikem ta dêtewe. her başe lem nizare besameda hawałêkim bo peyda buwe. maweyek çaweřwanî kird le labelay darekanewe kabrayekî řîş sipîy naw çawan pak dyarîda, wirde wirde hate pêşewe. weyse leberî hesta siławî lêkird. ewîş zor be řûxoşyewe wełamî dayewe û çak û xoşî le geł kird. weyse pirsî: mame gyan! nawit çye? mame pîre gutî: însan.

weyse em nawey belawe semere bû. îtir neywîst lêy bipirsê kêye û çi kareye û boç lewêye. be derfetî zanî û le diłî xoyda gutî herçîyek bê ya pyawçake yan be lanî kemewe dinyadîtuwe û berjewendî zore. wa başe çareřeşîy xomî bo bigêřmewe û tegbîrêkî pê bikem.

 

ke basî şipirzeyî xoy kird, laloy pîre bezeyî pêda hat û bizeyekî hatê û gutî: herwa nabê, bełam direng û zûyî kewtuwe. beher cor min dû keşkolim heye beşyan dekeyn, yekyan bo min ewî tirîşyan bo to. weyse zorî kird supas kird û le diłî xoyda gutî emîş her başe kełkî şitêk degrê. ke laloy pîre keşkołey le kelupelekey derhêna û daye destî, temaşay kird şitêkî zor cwane û baş nexşawe û kendekarîyekî nayabî łêkirawe. derxoneyekî kipî besereweye eger şitî têkirê teputozî lê nanîşê. emcar be xeyał şitî bo dedozîyewe têy ka. axrî gutî bo şekir û ça başe.

keşkołî wergirt û gelêk supas û mał’awayî laloy pîrey kird û geřayewe. ke łêy wirdibowe wek şitêkî lê nûsrabê wabû, bełam neydezanî bîxwênêtewe. beynêk řoyşit, birsîy bû, gutî xozge ew keşkołe êste nan û pêxorêkî tîda bwaye. be dem řêwe yarîy be keşkołeke dekird û serî labird bizanê çone, ke temaşay kird nan û penêrêkî başî têdaye. tawêk sersam maw gutî: to biłêy eme wek hamanebor nebê ya keşkołêkî cadûyî bê herçî pyaw arezû bika têyda bê? nan û penîrekey xward û gutî: xozge piř bwaye le awî sard. ke derxonekey labird piřbû le awî sard. têrîşî aw xwardewe. emcar witî xozge sê çwar pyałe çaşî têda bwaye. dîsan ke derxonekey labird çaşî têdabû.

weyse le xoşîyan her ewende bû bałî nedegirtewe. witî: îtir deḧesêmewe. îtir naskoł û daykim û xesûm birsyayetî nakêşin. îtir giranî û herzanî nazanim. îtir le nanî gał û powe xwardin řizgarman debê. berew mał kewteřê. ta zûtir xêzanekey têrkaw tamezroyyan bişkênê. le xoşîyan û pelepelîyan agay le dewen û piniçk û berd widar û diřk û dał nebû. herwa depeřî. hêndê car goranîy degut. hêndê carîş le keşkołeke wird debowe û qaqa pêdekenê. her dû hengawî dekird hengawêk û xêra dekat ta le dê nêzîk debû.

qełay fereydûn beg le jûr awayyewe be cêgayekî berzewe bû. pencerekanî dîwexanekey deyanřiwanîye hemû awayî û małbemałî lêwe dyarbû. fereydûn beg hemîşe le serewey dîwexaneke leber pencereyek dadenîşt û serincî xełkî awayî û kar û kirdeweyanî deda.

weyse geyşte qerax awîy û fereydûn beg çawî pêkewt. le xêra řoyştinî weyse û bezû hatnewey hestî bêdar bû. hengaw be hengaw ber serincî da. ke nêrîktir bowe temaşay kird le xoşîyan demuçawî pêdekenê û şitêkîşî tund girtote bin baxełî. fereydûn beg gutî: bibê û nebê em xoşîyey weyse sebaret bew şiteye le bin baxełîdaye. ke le dîwexan nêzîk bowe, ferîdûn beg bangî kird: a weyse were êre. weyse le tirsan neywêra wełamî nedatewe. naçar çuwe dîwexane. ferîdûn beg ewe çîye be bin baxełtewe? weyse gutî hîç nîye, keşkołêkî dewrêşîye. fereydûn beg witî keşkołî lê wergirt û temaşay kird nexiş û nîgarêkî seyrî lêkirabû. ke serincî ewlakeyda be xetêkî cwan lêy nûsrabû «kiştukał». têgeyşit ke çende hêjaw be nirxe. gutî: eme bo min çake. to kabrayekî werzêř û bore pyawêkî bêserupêy, şayanî to nîye. ewendey weyse pařawe û laławe sûdî nebû, be pałepesto kirdyane derewe. ferîdûn beg îtir û xew xwardinî lêhełgêra, hemêşe xerîkî ke şikołî tayn bû, ewendey xele û çełtûk û tûtin û pemo û nîsk û nok û danewêłey tir lê peyda kirdibû małekey wek heřace bazař hemêşe piř bû le bazirgan û çerçî. darayî û samanêkî zor zewendî pêkewe naw qełakey leber kareker û xizmetkarî zor û ziřezřî řadyo û birîske birêskî kareba û wiřewřî tirombêl û çizuhûřî çêstixane û zirîngezrîngî botił û pêk her detgut kabarey şar gewrekane. weysey çareřeş le tawî keşkołekey agay le binêşt kirdin biřa û bindare û bindar be dway laloy pîreda egeřa.

ser kanîyekey kirdibû wargey beyanî û êwarê, bełam bo negbetî be hîç corêk asewarêkî le lałoy pîre bedî nekird. maweyekî zorî bem çaweřwanîyewe řabûd, hîç sûdî nebû. emcar bîrêkî le ḧałî xoy kirdewe û gutî: min taze xerîkî çîm, paş ewey nemfamî û keşkołekem le kîs xom da, le binêşt kirdineke bo wazbênim. edî dû řojî tir xêzanekem beçî be xêw kem, parey mextekey beg bidem?

weyse ke leser kanîyeke em bîraney dekirdewe, tozêk hoşî hatewe beru demuçawî şord û nextê awî xwarewe û be daxêkewe serincêkî cêgay laloy pîre da çoł û huł bû. hestaw behenase sardî geřayewe ser îş û karekey, binêştî kokirdewe û kirdye meşqałe û birdîye şar û firoştî. ke parekey wergirt û lêkî dayewe, her ewende bû le cyatî mexteda bîda be fereydûn beg, le tawan ejnoy şikaw gutî: ew zistane xêzanekem le birsan demirin. parekey na baxeł û be şipirzeyî le şar derkewt. le qerax şar xanûyekî gewrey taze dirust dekira. weyse dyarî wêsta û seyrî kirêkar û westa û îşekeyanî dekird û le diłî xoyda deygut eger bimgirin be kirêkar maweyek îş dekem û şitêk bo xêzanekem kodekewe. weyse lem bîreda bû ke kabray westa çawî pê kewt û benaw bangî kird: weyse were bo êre. weyse serî sûřma û çuwe pêşewe. westa gutî: weyse ewe namnasîyewe? weyse gutî: ne be xwa, ca min tom le kwê dîwe ta bitnasmewe? westa gutî: min ew kabrayem keşkołe kem dayey. weyse řaykirde pêşewe û destî kirde milî û gutî: to ew wexte le nizar bûy û êsta le şarî û bennayetî dekey. eme le kwê be bîrî minda dehat? westa gutî: taxir weyse; berx hemîşe lejêr seweteda nabê, însan berew pêş deçê. êsta ḧalit çone?

weyse beser hatî xoy bo gêřawe û zorî dad û bêdad kird le dest fereydûn beg. westa ke cwan bibowe û wek kuřêkî qît o qoz dehat û deçû, gutî: weyse xemit nebê. keşkołekey keşim bo hełgirtûy. lêre bweste ta dêmewe.

laloy însan tawêkî pêçû hatewe keşkołekey da dest weyse. weyse werîgirt û zorî maławayî lê kird û be diłxoşîyewe kewteřê. maweyek řoyşit, le řêga wîstî taqîkatewe. her çend nyazî lê girt û teqelay da derxonekey bo nekirayewe. îtir xoy pêwe xerîk nekird û le xoşîyan karesatî pêşûy le bîr çowe, be pele řoyştewe bo małewe.

geyştewe awayî. ser le nwê fereydûn beg çawî pêkewt û bangî kird. ke çuwe dîwexan gurc em keşkołeşî lêsand. hêşta weyse lewê wêstabû ke fereydûn beg wek telîsmêkî be nawî ewewe bêt destî da derxoney keşkołeke û boy labra. bełam desbecê dû mistî qurs û qaym le keşkoł hatne derê û řast û çepyan le serî fereydûn beg girt û le lacangyan desrewand. herwa pişûyekî pêneçû hêndeyan beserya kêşa nizîk bû mêşkî le kunelûtîda bête xwarewe. fereydûn beg xoy pêřanegîra û le tawana hawarî kirde weyse: kuře weyse firyam kewe, weyse to kuř û biramî, min kirdim to neykey. carêke û emcar, eman weyse! dexîl weyse!

weyse ahengêkî hateweber. be keşkołî tayn piştit esûr bû, gutî: aẍam bifermû keşkołekey tirim bo bênnewe ca řizgarit ekem.

fereydûn beg bangî kird: kê lewêye? a řaken keşkołekey bo bênnewe, xêraken, gyanim derçû, kelley serim wird û xaş bû. kuře weyse, min małî dinyam bo çîye? gyanîşim hî toye? xizmetkarêk hate jûrê û keşkołekey pêşûy hêna û dayewe dest weyse. ke weyse keşkołekey wergirt, mistekan le cêgay xoyan wêstan û le têsrewandinî ser û gwêlakî fereydûn beg bûnewe. fereydûn beg bistê zimanî derkêşabû, çawî be mołeq wêstabû, zirînge zirîng le seryewe ehat. serincêkî keşkołekey da bizanê çi cadûyekî têdaye wa em karesatey pêkird, ke tozê lêy xês bowe, lêy nûsrabû: «zewî bo werzêř û, merg bo derbeg» îtir le tawana wek mar pêwey da keşkolî bo weyse fiřîda û řaykird, ew ڕۆێنەی řoyşit negeřayewe. îtir carêkî dîke kiştukał le werzêř û bore pyaw dagîr nekira û herkes řencî şanî xoy hîy xoy bû. eger kesêk bîwîstaye zordarî bika û desřencî xełk dagîrka mistekan lay çenagay ewêstan û destyan dekirdewe be têsrewandinî.

weyseş be têru teselî řaybiwardu le nanî gał û puwe řizgarî bû.

1- beřû dehařn û legeł ardî co têkełî deken û deykene nan û pêy dełên «nanî puwe». xełkî hewraman leber nedarî û perêşanî pitryan ewe dexon.