meh û mîhrî be ẍaret da be şu’ley şem’î řuxsarî

From the Book:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
By:
Haji Qadir Koyi (1816-1897)
 1 minutes  716 views
meh û mîhrî be ẍaret da be şu’ley şem’î řuxsarî
gułistanîş be yeẍma çû le tengîy xunçeyî zarî
le neş’ey dîdeyî mestî hemû meyxane wêranin
hemû kes bestezunnare le sewday zulfî tatarî
řewan perwaneyî nare, minîş wek çawî bîmarim
zemanim wek şewî tare, diła wek xunçe xûnxiwarî
dił û can û řewan û ten wekû îman û dînî min
fîday řuxsarî gułnarî, nîsarî zulfî teřřarî
dexîl ey çawî cadûger bifermû merduman yekser
dełên xewtûyî bêdarî, dełên mexmûrî huşyarî
şu’a’ û şe’şe’ey mîhrî, eşe’’e û meş’elî bedrî
le sayey peřtewî řûte bequrban nûrî ya narî
bipirse ḧacîPen name to carê le zulf û perçemî xwarî
biłê: ger tarî boç marî? biłê: ger marî boç tarî?