dełên yar dêtewe babî meḧebbet, ya xuda wa bê

From the Book:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
By:
Haji Qadir Koyi (1816-1897)
 1 minutes  862 views
dełên yar dêtewe babî meḧebbet, ya xuda wa bê
eger duşmin dełê: nabê! muẍennî to biłê: na bê
delerzê baẍeban serut le tirsî qametî berzî
gutî em nukte barêkî girane tê degey nabê
le hîcirit herdeme seylî siruşkim maceray çawim
be řengêk řengî kird, řengî cîhan baweř meke wa bê
le nakaw diłberim fermûy hełsite êstekê wa’îz
le boman dadeda we’zê; gutim: bakit çîye ba bê
be tezmîn ferdekî nalîy dehênim ta řefîqanim
bizanin feřqiman zore, xezef qet wek guher nabê
«kemendî zulfî dûlane, le bo gebir û musułmane
dekêşê bê muḧabane, çi lem la bê, çi lew la bê»