basî bawkî meke, aramî nîye ew terese

From the Book:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
By:
Haji Qadir Koyi (1816-1897)
 1 minutes  843 views
basî bawkî meke, aramî nîye ew terese
řojê casûse, be şew ta be sibeynê ’esese!
nakirê mediḧ û senay to be zuban û be qełem
ḧeqe mediḧit nekem û qafîyezanîm ’ebese
şêr wekû mûre le lay zulfî kemendi’endazî
fîle mêşûleye, lêy labde, ’enqaş megese
’adetî girtuwe ’uşşaqî nebê hełnaka
werne bo kuştinyan, nîmenîgahêkî bese
lêwî wek qende mukeřřeř le dema şîrîne
boye tekirare wekû nałe enîsî nefese
çûne jêr barî řyaset kerî û eḧmeqîye
le qetarîş ewî pêşenge ’elawey cerese
bûmî wêrane be řoj û segî ew koye be şew
herdû xizmî yekin û ḧacîPen name be bê xizim û kese