ta le mekteb ew mehem dê meşqî elf û bê deka

From the Book:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
By:
Haji Qadir Koyi (1816-1897)
 1 minutes  1888 views
ta le mekteb ew mehem dê meşqî elf û bê deka
çawekem bûyte dwêt û girye surxî tê deka
lêy mepirse mes’eley nuqtey dem û mûyî kemer
mûşkafe, bû’elî basî perî û cîn çê deka
em hemû dinyaye xassî ḧukmî dû dêwaneye
min le şarim ẍayetî mecnûn heway ladê deka
qesrî ’umirim datepî darî le ser berdî nema
banîy tûlî emel îstêke destî pê deka
xwace xoy pîre, wecaxî kwêre, małî bê ḧîsab
pêm biłên, îşkalme, em koşşey bo kê deka?
şêxî min bew ẍayete piştî le ’alem kirduwe
sûretî xoşî le nêw awêne piştî tê deka
maçî dest û pêy emîrî destigîrî ḧazre
şête ḧacîPen name maçî pêw û destî dest û pê deka