ey ẍaretî hoş û xîredim nergisî kałit

From the Book:
Dîwanî Wefayî
By:
Wafayi (1844-1902)
 2 minutes  2641 views
ey ẍaretî hoş û xîredim nergisî kałit
řoşnigerî awêneyî dił ’eksî cemałit
ḧaşa meke qurban le kujawî xet û xałit
îsbatî şehîdîm eweta penceyî ałit
destim ke negeyyê bese bew gerdine xînim
wek zulfî řeş û nergisekey fîtnegerî to
sermestim û sewdaserim û derbederî to
ger dîn buwe ger dił buwe qurban be serî to
êstake le sayey serî zulf û nezerî to
gerdenkeçî zunnarim û meyxanenşînim
řoj ’arîzî to agirî berdame henawan
şew perçemî to dûkełî awîtme çawan
bendibendî derûnim hemû sûtawe le tawan
nałem wekû ney dê le xemî ḧełqe û dawan
lew şîwe werin gwê bidene şîwen û şînim
zulifit ke leser ’arîzî to xoş ḧerekatin
goya seḧerî ’îd û şewî qedir û beratin
daym degeřên teşneyî xwênî şuhedatin
dû sef le feřengî le teref řomewe hatin
birdyan be esîrî diłekey zar û ḧezînim
wek kafrê tînû bê be xwênî serî îslam
wek turkê le dîn werbigeřê mest û mey aşam
çawit be keman moreyî ebroyî syeh fam
tîrêkî weha sextî le muhrey cigerî dam
ta řojî ḧeşir her detkê xwên le birînim
çi bikem wekû qumrî ke neyê ah û fuẍanim
piřxiwêne wekû nafe diłî bestezubanim
her leḧze be nazêkî deka ẍaretî canim
řadebrê be bay ’îşwe, dełê: serwî řewanim
denwařê be tay zulfî, dełê ahûy çînim
sînem hemû sûtawe le taw awrî sîna
dîdem hemû piřxiwêne leber çeşmeyî mîna
ew derde wefayîPen name ke le çawî gułim hêna
muşkil ke şîfam bê be hezar bû’elî sînaNamed-Entity
carêkî meger bê be diłî xomî bibînim