seḧer mestane řaburdim be ber derkî kilîsayê

From the Book:
Dîwanî Wefayî
By:
Wafayi (1844-1902)
 3 minutes  2306 views
seḧer mestane řaburdim be ber derkî kilîsayê
keçî destî diłî girtim xeraman beççe tersayê
îrem bû ’enberî zulfî, esîrî çenberî zulfî
keramatî serî zulfî be her tayê mesîḧayê
be dû zulfî mujey hestan, leser mułkî diłim westan
nîzamî çîn û turkistan řijan berbûne yeẍmayê
nîgarî diłistanî min, xumarî da be canî min
tebîbî ḧałzanî min, nexoş bû, şerbetî dayê
îşarêkî be çawan kird, biroy hembaşî turkan kird
diłmyan tîrebaran kird kemandaran le herlayê
seba zulfî perêşan kird be řuxsarî ’ereqnakî
çe şîrîne legeł yekdî meh û perwîn ke şew dayê!
perêşan zulfî zunnarî, direxşan řûyî gułnarî
le zarî guł şeker barî, ke ey mecnûnî leylayê!
were biřwane meyxane, çi me’mûre çi wêrane!
le herlayê dił’arayê, le her goşêkî şeydayê!
ke destim dawerî dił bû, ne dił bû gułşenî guł bû
hemû nesrîn û sunbul bû, qerenful nexlî tûbayê
le cêgayî tecella dem be dem bê lin tiranîArabic
be qurbanî diłî ’aşiq hezar wek tûrî sînayê
siruşkim hate xwarê, dûr le çaw û gerdinî saqî
beser ḧewz û fwarey ’aşiqan ax cam û mînayê
cemałî mutrîbim kewtote yad kwa neẍmekey tarî
heway xurşîd ewa sûtandimî, ax bo kizey bayê!
muẍennî kwanê ahengî ḧîcaz û berbet û çengî?
sêtay mutrîb seday bo kewt? leberçî dengî ney nayê?
be lehcey deng û awazit, be şu’ley zexmekey sazit
medarî aw û awir bûm, eman mutrîb mudarayê
be şewqî ateşî řûy to, be badey çawî cadûy to
serapa bûme koy awir, eman saqî serapayê
leber tawî cemałî ’alemî mumkîn bû aramim
desûtam ez eger sayey serî zulfî nebûyayê
be giryanî diłî min hate řeḧim û pêkenî fermûy
meḧał bû xendeyî saẍir eger mîna negryayê
eman şoxî xerabatî! ke bo dîn û dił afatî
bifermû boç keto hatî le min deng û seda nayê!
be ab û tabî řuxsarit wefayîPen name wa mesûtêne
xuda řa! ey çiraẍî dîde! bo perwane perwayê
wefayîPen name mawe dest berdan, le dewrî nuqte sergerdan
eman ya qutbî řebbanî, meded ya şay buxarayê!