hełbijardin

bo hełbijardinekey ewdîw
From the Book:
Zewî Sext û Asman Dûr
By:
Maruf Aghayi (1966-1998)
 5 minutes  973 views

kizebayekî sardî beyanî her dûk destî pê de gîrfanî nabû; tenyayî řêgay bîrkirdinewey bo xoş kirdibû. be lanî kemewe ewe hezaremîn car bû ke be şeqamekeda şoř debowe. xişpeyek le pişt serî hat, wek xişpeyekî dîke û emcareyan kaẍezêk be sema kirdin nîşte ser şeqameke. pêş ewey pêy leser danê, çawî be wêney ser kaẍezeke kewt. lenakaw webîrî hatewe ke îmřo yekemîn řojî hełławbigrî kandîdakane. dirêjey be řêgakey da, bełam neyzanî ke pêy le wêneke nabû ya na?

çend hengawêk xwartir çawî be lawêkî çarde pazde sałe kewt ke be tifengêkî badî, sêrey le çiłûkî darêk girtibû. tirs wek baran beser bałayda barî. kewtewe bîrî serdemî minałî; ke kuřî jandermêkî cîranyan be qoçeqanî le sîngî sêrûyekî řakêşa û sêruweke be bałefřikê mewday nêwan asman û zewîy pêwa. lelay xoy, fiřînî serberewjêrî sêruwey naw nabû semay merg. ew bîrewerîye neyhêşt lewe zyatir xo řagrê, xêra xoy geyande kuřeke, lûley tifengekey girt û be serîda guřandî: ewe çi dekey?

tirs wek terze beser bałay kuřekeda barî. pêy wabû layengirî le... deka. kabra bo ewey diłnya bê ke bałindeke hełfiřîwe serî berz kirdewe, bełam çawî be wêney kandîdayek kewt ke be ser likî darêkewe hełyan wasîbû, pêkenî, pêkenîn wek kolkezêřîne le demuçawîda kemaney best, tifengekey berda û weřê kewt.

kabra hêşta çend hengawêk dûr nekewtibowe ke gwêy le dengî tifengeke bû, bełam awřî lê nedawe. çawî le dewruberî xoy kird. deyan kes lewber ewberî şeqam çawyan tê biřîbû. detkut deyan sałe deynasin. nîgakanyan piř bû le pařanewe. wek ewey şitêkyan lêy bwê.

kemêk hengawekanî tunditir kird. deyewîst xoy le ew nîgayane bidzêtewe. tenanet biřyarî da çaw le hîç layek neka û tenya biřwanête řêgay xoy, bełam eweşî bo neçuwe ser.

katêk le pêçî şeqameke bay dedawe, çawî be komełêk wêney dîke kewt. le cêgay xoy wîşk hełgeřa. le nêw ew wênaneda wêney kesêk hebû ke le mêj bû deynasî. kesêkî zana, ke be dił xoşî dewîst û mitmaney pêy hebû, wênekey wek ewanî dîke nebû. kemêk biçûktir bû. wirdî û zorîy nûsrawey jêr wêneke naçarî kird lêy nizîk bêtewe. mewday ewende kem kirdewe ke wişekan lepêş çawî saẍ bûnewe. le tawan herdûk ejnoy şikanewe. kemêk dama û paşan be zorî xoy beser qaçekanîda sepand û dirêjey be řêgakey da. le řêgada nûsrawekey wiřêne dekirdewe: be boney koçî dwayî... meclîsî pirseyek beřêwe deçê...

hergîz mewday nêwan mał û îdare ewende le ber yek neçûbowe. katêk dergay îdarekeyanî we berçaw kewt, hêzêkî hatewe ber. hêşta le dergake zor nizîk nebbowe ke tarmayî wêneyekî dîke le pêş çawî kewte řêşke û pêşke. nizîktir bowe, îtir em careyan biřway be çawekanî xoşî nemabû, xawenî em wêneyey denasî. her ne tenya ew, aşnay hemû xełkî şar bû. be «ḧeme şêt» nawbangî der kirdibû. le her şwênêk çend kesêk ko bibanewe. ḧeme şêt qisey bo dekirdin, qisey wa ke eger ’aqłêkîş kirdibay şêtyan dekird. çawêkî dîkey le wêneke kird. le xowe dûdił bû. be xoy kut neka ewe kesêkî dîke bê ke zor wek ḧeme şêt deçê. be taybet katêk çawî be nawekey kewt ke be xetêkî dirişt nûsrabû: «miḧemmedî ’alim», em dûdłîyey zyatir bû.

be her şêweyek bû xoy geyande berpirsî îdare, be byanûy nexoşîy minałekanî, ḧewtûyekî îzin wergirt. yekřast geřawe małê û biřyarî da ke lew maweyeda xoy le şar û şeqam û wêne û kandîd û... bidzêtewe. řûy le siruşt û gunde dûrkewtuwekan kird û le dwayîn řojda geřawe. herçend le mawey hełbijardinda xoy şardibowe. bełam seyr diłekutey bû bo ewey bizanê kê hełbijêrdirawe. katêk dergay małe xoyanî kirdewe, pêş ewey pirsyar bika, wiłamekey le dem xêzanî wergirt: kak miḧemmedî ’alim be zortirîn dengewe derçû.

ew wiłame hestêkî seyrî pê bexşî. hestêk ke neydezanî nîşaney xoşîye ya naxoşî û le ḧałêkda ke hewłî deda taze bîr lew meseleye nekatewe, ew pirsyare destî le berok nedekirdewe: ke aya ewe ḧeme şêt bû, ya zor wek ew deçû?