awêne

From the Book:
Zewî Sext û Asman Dûr
By:
Maruf Aghayi (1966-1998)
 1 minutes  1298 views
ke girj û tûřet debînim,
dełêm birya awêne bam:
her carê ke çawekanit
wêney toyan
le řuxsarma pê denwandî,
hênde girê û xemekantim dexwardewe
ta le řuxsarî min denîşt
pejare û gincî nêw çawan;
toş debûye
awêneyek
bê ginc û cwan.