çîrokî şew

From the Book:
Geşey Ewîn
By:
Zhila Hosseyni (1964-1996)
 1 minutes  607 views
ke şew dadê
melî şî’irim, lare lare... berew hêlane dêtewe...
şewan direng... lew kateda
şar û ladê çarşêwî řeş beser zamekanda eden
birînekanim dêne swê
xew le pêłûy çawekanim etarênin
heta şefeq
lenaw kuncî şew dagirtûy tenyayîmda
mîwanêkin, diłişkawan elawênin...
hawřêy qaçax,
nizîktirîn hawřazanim,
dest le milî wişekanim
řiçey namoyî eşkênin...
ke şew dadê...
minałanî bê wiłatî birsî û tînû
’aşiqanî lêk dabřawî piř le tasey em wiłate
dên û ebin be mîwanim
legeł kazîwey beyanda,
singyan piř le bonî gułî bextyarî
be qaqay germ, dest le milan...
dên û eçne naw dîwanim.