mezarî bê naz

pêşkeşe be řoḧî ew kîjey hîç kes bo tenya carê neçuwe ser mezarî
From the Book:
Geşey Ewîn
By:
Zhila Hosseyni (1964-1996)
 1 minutes  719 views
ey aşna
to namnasî?!
minîş wek to xełkî wiłatî giryanim
xem û firmêskin yaranim
destî minîş bir le toyşûy tenyayye,
diłim tenge
serim şêtî sewdayekî şeydayye
ho aşna
destî tenyayît eguşim
to û şořebîy ḧewşekeman
zor lemêje sertan bo min daxsituwe
bo wey piriçtan dabhênim
bangim eken... nawim eben
etanewê tenyayîtan biławênim
min nazanim
xemî xom û xemî êwe û xemî dinya
be kam hore?... be kam lawik, bitarênim?
êsta zanît?
min şa’îrêkî awarem
lewaneye destim neřwa liqê gułit bo bihênim
kêl û berdî ser mezarit biřazênim
leser xakit her betenya bo bêkesît
şîwen bikem
bełam em çen dêřet wekû dyarî
bo ehênim.