lařê

From the Book:
Geşey Ewîn
By:
Zhila Hosseyni (1964-1996)
 1 minutes  563 views
her dêyt û dêyt
agam lête
be pêdzikê û hendê carîş be aşkira
řêga ebřît
bełam nageyte ew şwêney
be yekcarî ’uqre bigrî û pişû bideyt
key mał û samanim lêt wîst
key telar û koşk û qeła
zêř û mûrû... ḧaşa, ḧaşa.
be çawî xot seyrî dinyay bîrim ekey
řêgay ’eşqim
be gezî xot epêwît û dwayî nayet
be destirey şiřî bîrê kon ser çawekanit bestuwe
heta ejno le lîtey namoyîy xota hełçeqîwî
her pel ekutî û
çing le boşayî tund ekey
her pel ekutî û
tirawîlkey ewîneket
leser deryay em şeweda
eteqêt û etwêtewe.
dengit le awazî jîna
win ebêt û nagate kes
şwên çî kewtûy... bo kwê eřwê
ewey wîstim le diłtaye û lê win buwe
em řêgaye nagate cê jwanî ’eşqim
lařê erwê...
lařê... lařê...