’eşqî nefrînî

From the Book:
Geşey Ewîn
By:
Zhila Hosseyni (1964-1996)
 1 minutes  594 views
ew êware
leser hewre çiłkinekan
peymanman best
boye şewya ta beyanî
quř ebarî û
çî wenewşet bo hênabûm
bûn be jêr lafawî cełẍe û tarîkîyewe
baş diłnyam
ew êwarey
ew dû denke tirêt pê dam
dizyetî bû.
boye şewya
heta beyan her jehrî sewzim hênawe
ew êware şar bonî tawanî ehat
min şajnî wiłatê dagîrkiraw bûm
kes řêzî lê ne’egirtim
nefret...
nefret
her nefret û bêzarîyan xełat kirdim
xoşewîstît
tawanêkî zor gewre bû
deryayekî bê aram û
řeşebayekî bê beze
nazanim çon
nazanim bo
şanim dada
xom daye dest şepolekan
pirçim kirde desmałî serçopî
destî em řeşeba
lew êwarewe ta êsta
řojî sed car
şepol û ba emhênin... emben
şepol emxatewe kenar
řeşeba hełmi’egrêt û
emdatewe
řojê ebim be mirwarî
bełam ewsaş
ew dû denke tirêy bot dizîbûm
wekû tane
be sermewe her emênin
serdemanê
ebin be awêney ’îbret bo bełgey ’eşqî nefrînî