şêwet ekem

From the Book:
Geşey Ewîn
By:
Zhila Hosseyni (1964-1996)
 1 minutes  774 views
asmanê bûy piř le estêrey řûn û geş
êsta lêłî..., êsta monî
xeyałî to, bo pirçî alozawî min şaneyek bû
êsgey ḧewanewey ḧez û tasekanim
destekanit piř le dyarîy mitmane bûn
ke bîrî to, wekû cerde řêgay henasemî egirt
kułmekanim da’egîrsan
bełam, êsta, destekanit bonî bêgananî lê dê
«bon dê bon dê... bonî kê dê...?»
lêm bibûre ke natnasim
nazanim tom le kwê dîwe
şêwet baş dête ber çawim
bełam... nîgat,
tînî destekanit kwanê?!
qed wekû caran nemawî
na, bibûre min natnasim ...
to kêwêkî beser řûbarî tasema dařûxawî.