mał

From the Book:
Mêrgî Zam Mêrgî Hetaw
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 2 minutes  1050 views
ew pencereye damexen!
nebada ger lêre nebûm
le piřêkda řojê.. şewê
le serdanêkî nawexta
«bad»y xoş mirurî nalî
be keneftî
le berdemî jûrekemda peyda bêt û
dabmênê û çaw bigêřê û řêgey nebêt bête jûrê!.
 
ba ew qełem û kaẍeze
her leser em
mêze bin û layan meben!
eme dinyaye û nebada lêre nebûm
lenakawda, xeyałêkî awingawîy
«mewlewî» bête jûrewe û
bîyewê leber çirawgî
giryanawîy mangeşewê
bo çawekanî hełebce
şî’rêkî taze binûsê!
ba ew şûşey badeye her
le cêy xoy bê û hełnegîrê
nebada ger lêre nebûm
êwareyek, lenakawda
(bêkes) xoy bika be małda.
ba her leser em kursîye
dabnîşê û bedem xwêndinewey şî’rewe
qum qum xemî sipî û xestî
bêkesîyekey xoy binoşê!.
 
ba ew gîtareyş her leser
çirpakem bê
hîç kes destî têwe neda
nebada ger lêre nebûm
lenakawda
«azad hewramî» bê bo lam
ba bîbînê û hełî bigrê û
ta dêmewe her xoy tenya
awaze zor ẍembarekey
«mira bibus»y pê lêda!
 
ba ew kitêbey «ḧellac»yiş
dyar bê û herwa leser em taqe bê
nebada ger lêre nebûm
lenakawda
«’ibdalxalq» bête małê
ba bîbînê û ta dêmewe
temaşayka û çawekanî
le dêřî xwênda nuqum ka!
 
ba wêney ew mindałaneyş
kerwêşke bêlanekanî şarî kerkûk
lem dîware nekirêtewe
nebada min lêre nebim û le beẍdawe
le piř «fereydun ’elî emîn» bêtewe û
neyanbînê û çîrokêkî
êsk sûkî mindałanman le kîs biçê!
ba em dû sê řojeyş dergay
ḧewşekeman leser pişt bê
 
nebada ger lêre nebûyn
- lem cejnî řapeřîneda-
le şehîdanî nenasraw
le şehîdanî bêmał û bênawnîşan
geřanewe û řêyan kewte em kołane
ba bîbînin û gîr nexon û
dem be xende û
xwên be xende
yeke yeke bêne jûrê!