dûkełî gułgirtû

From the Book:
Mêrgî Zam Mêrgî Hetaw
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 2 minutes  1306 views
meger řoḧ bałindey efsane û.. wiłatî xew nîye?!
bo ewey pêt bigem, biçme naw telîsmî çawtewe
bo ewey kajî «şwên» fiřêdem
wek se’at
zemanîş wird û xaş bikem û lewpeřî gerdûnda
hewarî řehayî hełbidem..
henûke wam le pişt gewałe hewrêkî narincîy şî’rewe
westawim, kakołim: giznige û tewêłim: awêney dastan û
bejnim: tem.
min pencey xwawendî guman û dûdłî penceme û
sîḧrî to defterme û
be nûrî ’eşqêkî dozexîy û
be nûkî estêrey mergî xom enûsim.
eweta bimbîne: têkełim le guł û xołemêş
le berd û le dar û, şineba û, le bahoz
awêtem: awim û agirim û xak û xoł
şextem û esûtêm.
dûkełim û guł egirim.
řiqêkim nyan û xorêkim tarîk û
şewêkim sipî û soł.
gunahim û le nwêjî ewînda ekujrêm!.
meger řoḧ bałindey efsane û.. wiłatî xew nîye?!
meger min derûnim asmanî meḧał û kîşwerî azar û
çawanim dû bałî fiřînî
nehênîy şew nîye ?!
lêrewe «ziman»ê eřwênim
yek û sed nwê bibřê..
lem kêłgey xeyał û ferhenge şîneda,
berd řaka û bał bigrê
le çawma mang binwê
leserma baranî řengałe dakat û
le jûrma mindałîym be şanî
îstemda hełgeřê
meger řoḧ bałindey efsane û.. wiłatî xew nîye?
meger to roḧim nît?!