peyker

bo şehîd cebarî ḧacî řeşîd
From the Book:
Mêrgî Zam Mêrgî Hetaw
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  662 views
le serewe ta xwarewe
bałay berzî pîre megrûn da’etaşim
eykem be peykerî pyawê:
ke cê eşkencey ser leşî
şewanî emne sûrekey
leber baranî «baweř»da
pełeyan daw. îtir ewsa
mêrgî birîn û sirûdî «meşxełan» y ber
sêdare..
ziřey azar
xewnî jûrî înfîradîy..
wişey jêr zemînî enfal..
xwênî qełem, kêłgey name, ’eşqî p.m
’eşqî şemam, çawî her sê mindałeke
bûn be kanî û bûn be deẍłî zerdexene û
bûn be mêjûy xoretawî em wułate.
pîremegrûn!
min pêt ełêm:
wa hatûm û peyker taşî azadîym û
řazîy bît û řazîy nebît
dat’etaşim û min to ekem:
be «cebarî ḧacî řeşîd»