nehênîy

From the Book:
Mêrgî Zam Mêrgî Hetaw
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  456 views
qet be payîz nełên le kwêm
eger be cêgem bizanê
gerdelûlim ekate ser
dêt û herçî xemî cwanme
dêt û herçî azarî çaw řeşme
eyfiřênê..
le dwayîşda.. minî ’aşiq
çon bebê jan bibarêm û
teřtan bikem ta ser êsqan!
qet be zeryayş nełên le kwêm
eger be cêgem bizanê
êreyî ekate serim û
dêt û be zor, sîḧrî řengî
çawanî ew kiçe şoxem lê esênê
le dwayîşda.. minî şa’îr
çon bê sîḧrî ew çawane
çon bê qûłîy ew çawane
şî’ir bibête asmanim?!
şî’ir bibête ew giřey
ew dozexey
dirêje bat
be sûtan û hełqirçanim?!