şî’ir û ard

From the Book:
Mêrgî Zam Mêrgî Hetaw
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  361 views
çaweřêy kird
«mem û zîn» nebû be genim
«dîwanî nalî» be ard û
şî’rî tazeyş
be yek qûtû şîrî minał
dem bû be gurg
sik bû be gurg
pirsî nekird
ne be xanî
ne be nalî
ne be goran
pirsî nekird be sucadî û
hemû mêjûy edebî da
be yek hêłek ardu êste
çawim lêye:
le nihomî yekemînî
jûrêkî «emne sûreke»
danîştûn û şî’ir buwe be hewîr û
eybirjênin û
berdewamîş
çawyan her wa
le dîmenî hełwasrawî (şořîce)y ser
dîwareke!