deskewt

From the Book:
Mêrgî Zam Mêrgî Hetaw
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  358 views
berle pênc sał
«gimo» řîşî ne’etaşî.
«sîrwan» řadyoy naşnałî yabanî hełne’egirt.
azadîy cigerekêş nebû,
heta cigerey beẍda bikêşî.
şeqam camaney ne’ebest.
«heło» kwa kiławî leser ekird.
«tûnî baba» xwêndewarîy nebû
ta kitêb bixiwênêtewe.
kawlaşekan ’etryan le xoyan ne’eda.
řeşeba key cîhazî řakałî hebû.
berd kwa metarey heł’egirt.
estêre kitlî bo çî bû!.
dewen kwa takêk gorewî lepê ekird.
ask miqestî boçî bû!.
baran kewçkî boçî bû!.
hewrîş şî’rî be qełemî parkerî caf
ne’enûsî
bełam emane hemûyan yeke yeke
le deskewtekanî eşkewtî «darî xile»
yekî şitêkyan fiřand û,
lew řojewe îtir gořan!!.