xeyał

From the Book:
Mêrgî Zam Mêrgî Hetaw
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  626 views
bê ewey lay hîç řûbarê xwêndibêtim
be zimanî aw enûsim.
neçumete qutabxaney hîç kejêk û
dirextekan exwênmewe
ne hewr mamostam buwew
neçumete hîç korsêkî zistanewe û
bełam hemû qesîdekanî baran û
befir û bařêzem lebere..
le peymangay bałay ziryan û gerdelûl
hajew give, derneçûm û
bełam le bandî mosîqa û sîmfonyay
hemû werzekan tê egem.
min xeyałî naw gerdûnî
şî’iristanim!