to

From the Book:
Mêrgî Zam Mêrgî Hetaw
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  731 views
to eger dirext bûytaye
dar hermêy guł sipî ebûy.
to eger kanî bûytaye
le binarî kekon ebûy.
to eger çira bûytaye
çiray ser şa’îrêk ebûy
eger şaroçke bûytaye, koye ebûy.
eger kitêbêk bûytaye, mem û zînî xanî ebûy.
eger tavge bûytaye, bêxał ebûy.
eger qełemîş bûytaye,
qełemekey şêrko bêkes ebûy!.