ewînî sipî

From the Book:
Mêrgî Zam Mêrgî Hetaw
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  738 views
min wamzanî tewqeyeke řaguzarî û
îtir destim destekanit becê dêłê.
min wamzanî serincêke řêbwarane û
îtir çawit çawekanim becê dîłê.
min nemzanî û bextewer bûm ke nemzanî.
ewa êsteyş
destekanit bûne hêlaney honrawem.
min nemzanî û bextewer bûm ke nemzanî.
ewa’êsteyş
çawekanit bûne pirşingî serçawim
ah.. gyanekem!
le řê û banî em ewîne sipîyeda
ême êste bûyn be destêk
ême êste bûyn be çawêk
ême êste bûyn be diłêk
ah.. gyanekem!
dûkes bûyn û
le cîhanî em ’eşqeda
bûyn be kesêk!