axêk

From the Book:
Mêrgî Zam Mêrgî Hetaw
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  634 views
herasanim meke.. ziryan!
ba netdeme dest hełbestêkî hellacî
şêt û tûřem
bête serit û
şîtkatewe û
bitkatewe:
be lokey şinebayekî
tirsawî pał girdołkekan!
herasanim meke.. baran!
ba netdeme dest dozexêkî ewînî
ẍerîbîm û bête serit û
agir pirjênit bikat û
bitkatewe
be popeşmînî hełmêkî
şîtał şîtałî gwê sîrwan!
toyş azarî na’umêdî û lêk dabřan!
emşew herasanim meke
ba ziryan û ba baranit
bo nehênmewe û netdeme
dest hełbestêkî sûre hetawî řoḧim û
netkemewe:
be axêkî
zor biçkoley
qij zerdî temen pênc sałey
becêmawî.. enfalekan!.