herçende be’îdim le diro û labe be ’îdim

bo ḧemese’îd begî selîm begî caf
From the Book:
Dîwanî Narî
By:
Nari (1874-1943)
 1 minutes  743 views
herçende be’îdim le diro û labe be ’îdim
bê şubhe be dił mayl û muştaqî se’îdim
qîbleyî dił be ’elî sûretî baba ’elîye
ke le cumley semerî baẍî letîfî welîye
gerçî teqsîrî nehatin karî bendî qaçme
dem be dem dawênî pakit, pakî cêgey maçme
dûr le to, sa’et be sa’et, wek nexoşî bê tebîb
çaweřêy awazî dengî xakenaz û paçme
her le xakî řûsewe ta řom û bulẍar û ḧebeş
kes nîye řazî be teqsîmî, ezel bê ya be beş