le bextî min mela wa hate guftar

From the Book:
Dîwanî Narî
By:
Nari (1874-1943)
 2 minutes  482 views
le bextî min mela wa hate guftar
birûzî cewherî xoy da be eş’ar
diřî yekser seraperdey muḧebbet
biřî řiştey wefa, yekser be yek bar
le meydanî fesaḧetda, sedaqet
wiłaẍî teb’î şîrîn xiste yelẍar
be řimbazî kerî muştaqî kirdim
leẍawî espî fîkirim, çar û naçar
desa fermûn, temaşa ken, ’ezîzim
le fiřk û hûřî nejdî swar û kersiwar
qesem naxom welê şertim weha bê
leser dem bîfřênim ser berew xwar
wekû ser’î, kefawî pê deçênim
wiřawey pê dekem wek kûtelê dar
fiřey tesbêḧî pê ebiřim be carê
sîwakî lê ekem, ’eynen be řeşmar
weha ser gêj û şêtî kem nemênê
îmam zade besî bê ẍeyrî jêrbar
weha bîbem nezanê řoje ya şew
cibey lê bê be tewq û şedfe bê bar
le bîrî wa berim derdî îmamit
lecêy amîn biłê: begzade hawar
jinî dołaşNamed-Entity û nêgird bin le dewrî
hetîwî pîrejin řaken le nijmarNamed-Entity
’elîman û mela şems û emîn beg
eger bên û le lay min bin řicakar
necatî nadem û qet tefre naxom
nełê ta xoy: eman û tobe sed car
le ’îlmî metreq amûzî ḧeqîqet
enałênê le bo te’lîmî salar