ey emin qurbanî xakî xaneqat

From the Book:
Dîwanî Narî
By:
Nari (1874-1943)
 1 minutes  805 views
ey emin qurbanî xakî xaneqat
qutbî kamîl, murşîdî şîrîn sîfat
şahî textarayî mułkî me’rîfet
şem’î piřtewbexşî erbabî necat
layeqî emřo lebo tefsîrî «nûn»
şarîḧî bo «ma’îde» û sûrey «berat»
şik nîye menzûrî zumrey ewlyam
ger biga destim be dawênî kewat
sa’etê ger des bida feyzî ḧuzûr
yek deqîqe qîmete bo sed se’at
anî ew nadem be sed aney řewac
sanyey nadem be sed kasey nebat
to be dił kanî wefa, min bêwefa
bêwefayî min be qurbanî wefat
řuknî adabî şerî’et ta ebed
munhedîm nabê be te’wîlatî lat
wa le gerdişda wekû perwane dił
maylî sûtane, bo şem’î lîqat
şafîye bo derdî bêkes yadî pîr
kafîye bo bênewa, gencî leqat
bo kesanê kesbî hatî bû kehat
bo yekê wek min nehatî bû, nehat
nezmî bîrî wek gułî bê aw û sîs
řeẍbetî fewtawe lay ehlî wiłat