ḧemd û senay zor bo xuday bêbak

şukirane bo xwa
From the Book:
Dîwanî Mezɫûm
By:
Mazlum (1916-1955)
 2 minutes  542 views
ḧemd û senay zor bo xuday bêbak
laşerîke ew ferd û tenha û tak
xałqî weḧşî mel û mûr û mar
řazqî řizqî zîroḧ û gyandar
dirustikerey sema û ser zemîn
dozex û e’raf, fîrdewsî berîn
agahdar le ḧał, ḧałî bê ḧałan
hem bêdarî şew, nałey zamdaran
adim û ḧewat dirust kird le xak
be suretî cwan be exlaqî pak
be lutif û kerem be řûy muḧîbet
emirit pêkirdin ta biçne beheşt
fermût le gendim mexon wiryabin
nizîkî mebin lêy tewellabin
şeytanî le’în tefretan nedat
be sîḧir û cadû îẍfaltan nekat
teqdîrî xot bû şeytanî bedbext
xoy kird be ’abid çuwe naw beheşt
be mekir û ḧîle îẍfalî kirdin
ke gendimyan xward bêḧałî kirdin
çende manewe be ’isyanewe
tobeyan ekird epařanewe
be lutif û kerem to ’efût kirdin
dîsan řewaney ser zewît kirdin
le neslî ewan çend sed hezar kes
kirdit be nebî, namet dane des
bo ser tewa’îf yek be yekit nard
bo teblîẍî dîn ḧukimit pêspard
to lêy xoş ebî eyxeyte cînan
sîretî babe bo ferzend cêman
bo xot fermûte tobem qibułe
tobey ḧeqîqî le lam meqbule
min gelê ’asî û xecałetbarim
řû zerd û meḧcûb hem şermezarim
sîway zatî to hîç kes nanasim
řac’î xotim xirap yan xasim
xudaye tobem lat bibê qibuł
çunke muznîbim mezłûmPen name û melul