teyrêkî ’aqił zîrekî huşyar

heło û řêwî
From the Book:
Dîwanî Mezɫûm
By:
Mazlum (1916-1955)
 2 minutes  344 views
teyrêkî ’aqił zîrekî huşyar
xanûy kirdibû leser yek çinar
be ’eyş û şadî be xoşî jyan
leser ew dare kirdî aşyan
řojê le řojan řêwî ḧîlekar
řêřew bû řêgey kewte binî dar
satê řawesta lutî hełbiřî
leser dareke teyreke fiřî
bangî kird ey teyr lew dare berze
bêre xwarewe bo ser em ’erze
eger be qisim qena’et nekeyt
her be destî xot, xot řîswa ekeyt
be kilkî tîju estûrî zordar
dar let let ekem her wekû mişar
katê ke darim kird pare pare
merdu namerdî ew wexte dyare
bê sizaw zerer her be destî xom
kewłit ekem û be jemêk etxom
***
heło xiřu cwan lêy hate guftar
witî: mam řêwî cadûy ḧîlekar
sîḧrî to me’lum lay min betałe
’eqiłit ’ebese fîkirit meḧałe
biřo le řêy xot xwa řizqit bidat
min nêçîrit nîm me’lum bê le lat
heło zor řecaw teşebûsî kird
le lay mam řêwî te’sîrî nekird
be qehru ẍezeb leser dar fiřî
swarî řêwî bû ta wirgî diřî
řêwî kird pare wek şêrî cengî
cergî derhêna be zorî çingî
***
řêwî bo tema’ wazî nehêna
ne hîçî destikewt, serîşî dana
ax le bo kesê neçê be qara
legeł dujmina bika mudara
taku firsetê deskewê řojê
yexey pêbgirê û xwênî biřêjê