eşkewtekey serdêman

From the Book:
Tirîfey Heɫbest
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 2 minutes  979 views
par em wexte eşkewtekey «serdêman»
girtbûynye baweşî germî hîwa
heryekeman wekû momê bo jyan
etwaynewe lenaw tarîkîy şewa.
***
çen diłêk bûyn le şînayîy asmana
wek estêre bo yek ecrîwaynewe
bedway gułî azadîy nîştimana
wek pepûley hîlak esûřaynewe.
***
sik hełguşîn, gerûy wişkî tînwêtî
qaçî piř xwên, řengî zerd, lêwî bebar
wirey be gyan ber ne’eda, lawêtîy
eyut: zistan ebê çok da bo behar.
***
hewrî řeşî bêganey ser kêwî jîn
kirdî be tof, řijaye ser zewîy sûr
bełam kiłpey agirî bîr řapeřîn
newrozî kird be mijdey ême le dûr.
***
-mame řûtey pîremêrdî ser sipî
mêxî hêzî le diłmana eçeqan
tenha ew bû nehênîy êmey edî
her ewîş bû ta ser bisûtê boman.
***
legeł xora beyanîyan heł’ehatîn
milî řêgey hewrazî jînman egirt
cê pêy şehîd ta ser lûtkey ebirdîn
lewêş gyanyan destyan le milman ekird.
***
destiman lenaw destî tołey cûtyara
piştiman be pişt kêwekanî berzewe
towî diłman legeł birsî û hejara
ekirde naw binc û bêxî erzewe.
***
par em wexte eşkewtekey «serdêman»
agirdanî piř le pişkoy derûn bû
payîzî zerd be xorî baweřî gyan
leber çawman beharî řojî řûn bû
***
çawî hełgurd le parêzî êşka bû
bo ewaney cergî şewyan şeq ekird
kurdayetîy řêgey lenaw mêşka bû
zamî ser sing gułî ałî şebeq bû.
***
eşkewtekey «serdêman»y hawřê
řegî ’umrî lem dinyaye qûłtire
dirextî ew berî xwênawî egrê
derûnî ew, burkanêkî agire.
***
newey kurdim le sengerî jîna
destewyexe legeł mirdin şeř eka
hełoy tołey lenaw çeqî meydana
morî bełên be xwênî cerg teř eka
***
êstaş ewa eşkewteke xamoşe
całcałokey yadgarî mał eka
saway xewî, par em wextey le koşe
çaweřwanî beharî nwêy sał eka
***
ey eşkewtî dengewerey dengî kurd
ême leser bełênî par mabûyn
peřey gułman be řengî řû sûr nekird
dił wek samał, řûspîş wek hetawîn.