em nesîḧetem nûsî le defter

amojgarî
From the Book:
Dîwanî Mezɫûm
By:
Mazlum (1916-1955)
 2 minutes  603 views
em nesîḧetem nûsî le defter
bîgre le gwê, hem bîke leber
pendêkî nafî’ saḧêb sewabe
řênmay xêr û çake û ḧîsabe
řołe pêt ełêm çak û xoş xûbe
şîrîn kelam be geşawe řûbe
řûxoş be çake legeł hemû kes
legeł ẍerîb û feqîr û bêkes
řeḧim be hetîw, edeb le gewre
biçûk diłxoşke her ewe xêre
mukirim be řołe bo xot bifame
řeḧim û diłit bû ’eqiłit temame
eger tałîbî nebî be nakes
tewazi’ bike legeł hemû kes
fermûdey ḧezret şahî lewlakeArabic
cezay xirape bide be çake
legeł hawdîna yek dił û řengibe
legeł bê ’eqił kemdû bêdeng be
le řefaqetî herze û herzekar
dûrbe ’ezîzim zînhar sed zînhar
bo peyda bûnî dujmin mekoşe
dost peyda bike siřyan bipoşe
xułqî qena’et şîrîn û berze
qena’e bike mebe be herze
kesê însan bê tekebûr naka
her wekû şeytan xoy meẍrûr naka
xot denî meke, mebe be dûřû
her wekû megez menîşe le gû
eger we’dit da ebê wefat bê
řastigo be da’îm seyr û sefat bê
be çawî sûkî meřwane feqîr
feqîr xoy nada be hezar emîr
dinyay bê beqa zor bêwefaye
her řoj bo kesê eçêtekaye
zor be ta’et bew derûnit pak bê
nezer qet meke, çawit řûnak bê
řołe emîn be xyanet meke
îslam be, terkî dyanet meke
le řûy bab û dak bê edeb nebî
ba le axîret mu’ezzeb nebî
qedrî ustadit fire bizane
bê edeb nebî exlaqit cwane
řezîlî meke zînhar sed zînhar
însanî řezîl qet negrî be yar
sexawet bike çendit taqete
sexawet toşey řêy qyamete
sin’atê ’ezîz! bizane çake
wîcdanit bibê kirdewet pake
řûxoş be da’îm fereḧ le dił be
le řûy xełqa her wekû guł be
îkiramit bibê legeł mîwanit
legeł dirawsê û ehlî dîwanit